Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Zelmay Xelîlzad bi 4 pêşinyran dixwaze Îran ji Iraq dûrbixe

Yekîtî Media
Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zelmay Xelîlzad ragihand, ku Îran dixwaze bandorê li ser hilbijartinên Iraq bike, ku biryar e di meha dahatî de bên encamdan, bi awayekî ku encamên wan hilbijartinan ji berjewendiya milîsên ser bi Taranê ve bin”.
Di hevdîtinekê de li gel rojnameya “Wall Street Journal” ya Amerîkî Xelîlzad got: “Îran bicidî kar ji bo wê yekê dike, ku bi riya milîsan bandora wê li ser Hikûmeta dahatî ya Iraqê hebe, wek çawa Hizbullaha Lubnanî bandorê li ser Hikûmeta Beyrûtê dike”.
Xelîlzad 4 pêşinyar ji bo îdara Donald Trump pêşkêş kiriye daku bandora Îranê li ser Iraqê kêm bike û dibêje: “Divê piştevaniya wan partî û aliyên Iraqî bê kirin ku li dijî Îranê ne û armancên wan yên hevbeş li gel Amerîka hene ku rê li ber zêdebûna hejmûna Îranê li ser Iraqê bigirin. Divê ders ji biryarên îdara Obama bên wergirtin ku hêzên Amerîkî ji Iraqê kişand û pêwîst e berdewam Amerîka di warê serbazî de li nav Iraqê be”.
Herwiha encamên hilbijartinên Iraqê çawa bin, pêwîst e Washington kar ji bo pêkanîna Hikûmeta nû bike û rê nede Îranê ku bandorê li ser pêkanîna Hikûmetê bike. Ji bilî wan xalan jî, divê Amerîka bi fermî piştevaniya hevpeymanên xwe li nav Iraqê bike”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button