Nûçe

Ciwanên Şoreşger zarokeke ji Minbicê revand

Rêxistina Ciwanên Şoreşger a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokeke biçûk ji bajarê Minbicê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye revand.

Jêderekî haydar ji Yekîtî Media re ragihand: Rêxistina Ciwanên Şoreşger di destpêka meha Nîsana 2024an de keça temen biçûk bi navê Mirna Ebdil-Weisî El-Weisî ji bajarê Minbicê bi armanca leşkerkirina wê revand.

Zaroka biçûk bi navê “Mîrna” 16 salî ku li bajarê Minbicê dijî, di 25’ê Çileya 2008’an de ji dayîk bûye, navê dayika wê Eyşe ye.

Di sala 2019an de Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokrat Mezlûm Ebdî bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Zarokan û Şerên Çekdar Vîrgînîa Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de û nehiştina leşkerkirina zarokan. di çalakiyên leşkerî de.

Li gorî çavdêran armanca rêxistina Ciwanên Şoreşger revandina zarokên temenbiçûk, şûştina mêjiyê zarokan li gor bîrdoziyên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

• Wergêr ji erebî: Mohamad Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button