Nûçe

Komikên ( Fereksyonên ) çekdar welatiyekî Kurd li Efrînê revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd li gundewarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, sibeha roja duşemê 02.05.2024, endamên polîsên leşkerî yên bajarê Efrînê welatiyê bi navê Elî Mihemed Elî Bin Ebdulrehman ê 43 salî revandin.

Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku welatiyê bi navê Elî xelkê gundê Qazilbaşa yê navçeya Bulbulê ye û dema ku li avahiya encûmena xwecihî (Desteya Veguhastinê) bû, bi armanca tomarkirina motorsîklêta xwe, bi tawana ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re pêwendî hebiye , hatiye revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, “Ew birin navenda leşkerî û bi awayekî keyfî hat binçavkirin, bêyî ku çarenivîsa wî were zanîn.”

Rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku welatiyê bi navê Elî Mihemed Elî di van mehên borî de piştî ku ji axa Tirkiyê di bin navê vegera bi dilxwazî ​​/ Azad de hat derxistin, vegeriya gundê xwe, rewşa xwe ya qanûnî û îdarî li navçeyê bi cih kir û karta şexsî/ nifus Ji aliyê meclisa xwecihî ve hat derxistin, ji ber vê yekê pêvajoya revandinê dişibihe operasyonên din, bi armanca komkirina fidyeyê li beramberî berdana wan.”

Hêjayî gotinê ye ku tawan û binpêkirinên li ser herêma Efrînê û gundewarê wê berdewam in ji dema ku artêşa Tirkiyê bi beşdariya grûpên ser bi wê ve ji bihara 2018an ve herêm dagir kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button