
Uncategorized
Bi dehan ji xelkê Amûdê ji bo piştgiriya gelê Girê Spî derketin
Bi dehan ji xelkê Amûdê ji bo piştgiriya gelê Girê Spî derketin
Bi dehan ji xelkê Amûdê, îro Çarşemê, di çalakiyeke piştgiriyê de ji bo gelê Girê Spî (Til Ebyad) beşdar bûn.
Li gorî nûçegihanê me li Amûdê, beşdarên çalakiyê piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd yê li Girê Spî diyar kirin û bang li parastina sivîlan, rawestandina êrîşan û misoger kirina mafê vegera koçberan kirin.
Di vê çalakiyê de, beşdaran bal kişand ser girîngiya parastina maf û ewlehiya sivîlan û daxwaza vegera koçberan bo mal û warên xwe bi ewlehî û rûmetê anîn ziman.

#Yekiti_Media #Amûdê #Girê_Spî #Veger



