Gotar

Şerê Emerîka – îranê, ne ji bo guhertinane, « lê tenê ji bo guhkişandine»

Diyar dike ku çereseriyak adil û maynde nayê holê di navbera Îstaîl û Felestîniyan de,
Ji ber wî awaî herdem şer û alozî serhildidin. Gelek alî jî wek welatên ereb , Iran vê rewşê an dozê ji xwere bi kar tînin.

Di êrîşa Hemasê de ya ku li dijî sivîlên Îstaîlê ya ku pêk anîn di 07.10.23 an de , ku behtirî 1300 merovên Îsraîlî hatim kuştin.
îsraîl jî bi dijwarî bersiv da û êrîşî Geza kir û ta roja îro berdewame. Îsraîl ta Îro behtrî 27.000 kesên Felestînî kuştine.
Lê wek bersiv li dijî vî şerê Îstaîl , îranê grupên ku pêde grêdayne, kirine tevgerê û êrîşî Îsrail û hêzin Emerîka li navçeyê kirin. Ev grupana wek : “ Hizballah li Libnanê û Hizbullah li Îraqê, Fatimiun, Zenebiun, Heşid Alşebî û hwd…”
Ev êrîşana dirêj kirin , lê belê dema ku 3 lêşkerên Emerîkî kuştin û nêzikî 40 birîndar kirin , vêca hêzên Emerikî ketine tevgerê û toldanê .
Gelek çekdar kuştin û ta roja îro berdewame ( 08.02.24 ) li Bexdadê 3 rehberne Heşid Elşebî kuştin.

Lê di vê rewşa tev li hev de, gelek pirs bala merov dikişînin , wek:
• Gelo çima Emerîka îro bi taybet bersiv dide?
• Çima weha dereng?
• Çima agahî li ser êrîşê belav kirin ku wê lêxin û dereng man, ta ku rêdane serleşkerên Îranê ku birevin ?

Du bersiv an du sedemên girîng hene ku bi rewşa hindirîn ya Emerîka de girêdaî ne:
⁃ Emerîkî qebul nakin ku leşkerên wan bên kuştin.
⁃ Nêzikbûna hilbijartina seroketiyê ye, vê rewşê îdara Baiden neçar kir ku bersiveke dijwar an xurt bide êrîşkeran.

Lê li gorî libata Emerîka û tevgera wê diyar dikê ku wê bersiv dirêj û sînordar be.

Gelo çima sînordarbê?
1- dereng buna bersivê.
2- hişiyar kirina Emerîka bo çekdaran.
3- Emerîka dibêjê ku em naxwazin şer fereh bikin.
4- herweha Emerîka aşkere dibêjine ku em naxwazin şerê îranê li hindirî îranê bikin.
5- îran jî ji alî xwede dibêjê, ku tu pêwendiyên me bi van êrîşan li dijî hêzên Emrêki li ser sînorên – Urdun , Suriya û Iraqê re , tu ne ye.

Diyar dike ji rengê çekan û balerfirên ku pêk hatin wek : B1 , ya dijwar û gelek mezin û gelek awayên din, ev hemû ji bo : pêwîstiyên Emerîka yên hidirînin.

Dawîyê diyar dikê ku armanca van êrîşan , ne guhertinên rêjîman û sînorane li navçeya Rojhelata Navîn , lê belê wek Kurd dibêjin :
« tenê ji bo poz mistanê yê, an jî ji bo guh kişandinê ye».
Ji ber ku Emerîka kanê herdem bêje: me armancên xwe pêk anîn , ji bo vê em êrişên xwe radiwestînin.
Lê ji bilî Îsraîl çi bi serê hevalbendên wan werê , weke Kurd ji Emerîka re, ne xeme.

• Mohamad Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button