Gotar

Jİ BO ÎRANÊ, DİJMİNATİYA KÜRDİSTANÊ Jİ YA AMERİKA Û İSRAİLÊ KÛRTİR E

Ömer Ozdem

Şerê İran û Amerîka yê demkî ye.
Îran û Amerika îro şer dikin, sibehê lihevudu tên.

Lê dijminatîya İranê û milletê kurd ne demkîye domdar e.

İran hetta ku li ser axa Kurdîstanê desthilatdar be,
ji bo ku milletê Kurd statuyek bidestnexîne,
bi dewletên wek Amerika, Rusya û Brîtanya’yê re,
her cure têkilîyên qirêj didomîne û tawîz dide wan.

Ew rastî,
ji bo hemî dewletên dagirker derbas dibe.
Divê milletê Kurd,
wî rastîyê ji bîr neke.

Bêguman, têkilîyên navdewletî,
ne li ser referansên olî, mezhebî û îdeolojîk,
li ser berjewendîyên dewletan tên lidarxistin.
Dost û dijmin, bi gor berjewendîyên milletan tên hilbijartin.

Lê mixabın, dema pirsgirêka milletê Kurd bikeve rojevê,
dewletên dagirkerên Kurdîstanê,
ji bo ku milletê Kurd destkeftinek bidest nexîne, pir caran berjewendîyên xwe piştgoh dikin,
wek nexwesîyek psikolojik,
li astengkirina berjewendîyên milletê Kurd dixebitin.
Têkilîyên xwe û dewletên emperyal, bi gor wî polîtîqa dij Kurd didomînin.

Alîyê din,
dema di navbera Dewletên dagirkerên Kurdistanê û dewletek de pirsgirêk derbikevin jî,
ji bo Tevgera Kurd jê sûd wernegre,
nakokîyên nav xwe radiwestînîn. An jî piştgoh dikin.

Bi kurtahî,
Dijminatîya milletê Kurd,
jî bo wan dewletan, polîtîqayek bingehîn e.

Di şerê Amerîka û İranê de, nîşanên wî dijminahîya bêpîvan, carek din bi awayek Zelal derketin hole.

Di wan rojên dawîn de,
Amerîka her çıqas li ser İranê muşeka dibarîne,
İran jî, bi hinceta hevkarîya Amerika û İsrailê,
li ser Başurê Kurdîstanê muşekan dibarîne.

Herweha di navbera Başurê Kurdîstanê û Amerîka yê de,
an jî di navbera İsrail û Başûrê Kurdîstanê de,
ti pêymanên hevkarîyê çênebune.

Rêxistin û partîyên Rojhêlatê Kurdîstanê jî beşdarê şerê İran û Amerîkayê nebune.

Gelo çıma İrana terorîst,
li ser Başurê Kurdistanê muşekan dibarîne?
Ger sedem baregehên Amerîkayê bin,
baregehên Amerîka yê,
li Tirkîyê de bicîhkirînin.

Baregehehên İsraîl jî,
li Azerbaycanê de bicîhkirînin.

Ew her du Dewlet jî bi İranê de sînordaş in.

Ger sedema muşekbarankirina Başûrê Kurdîstanê cîhbicîkirina baregehên Amerîka buyana,
gelo çıma İran berê muşekên xwe nedika Azerbeycan û Tirkîyê ?

Di vir de xuya dike ku,
sedem,
ne hevkarîya Amerikayê û baregeha nin.
Dijminahîya İranê ya Kurd û Kurdîstanê,
ji dijminatîya Amerika û İsraîlê kûrtir e.

Ne tenê di navîna şerê Amerîkayê de,
İran bi salanê ji derva yê nîrx û pîvanên mîrovahîyê,
gund û bajarên Kurdîstanê bombebaran dike.
Keç û xortên Milletê Kurd dikuje,

Di welatên biyanî de, rêgezên dîplomatîk istismar dike,
li dij siyasetmedar û rewsenbîrên Kurd suîqastan pêktîne .

Îran, bi alîkarîya lojîstîk, ikmal û cebilxanê,
rêxistina PKK ê xwedî dike,
Di nav konsepta Mihver î Mukaveme de, ( Xeleka Berxwedanê de )
PKK’ê ji bo berjewendîyên xwe yên qirêj bikartîne.
PKK’ê arastêyê ser Rojava û Başurê Kurdîstanê dike.

Pir caran jî,
bi hêzên xwe yên fermî,
li ser axa Başurê Kurdîstanê
çalekîyên terorîstî lidardixîne.

Divê milletê Kurd,
dost û dijmên xwe,
bi gor wî realîte yê hilbijêre.
Bi referansên olî û mezhebî neyê xapandın.

” Ecem e bêdînê bêîman e
bêbext e bênamus e
Kafirê Mirtiman e
ji êvara Xwedê de,
nade me,
ti mole û ti eman e.

( Dengbêj Reso)

17.07.2026

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button