Gotar

Çi hat serê Selahaddîn û Başak Demîrtaşê…

Îbrahîm GUÇLU

Li Tirkiyeyê di 31ê Adara 2024an de hilbijartinên Herêmî hene. Di her hilbijartineke Tirkiyeyê de gelek bûyerên xerîb tên rojevê. Di ev pêvajoya hilbijartinê de jî heman bûyerên xerîb pêk tên. Bûyerek xerîb di tîfaqa CHP û PKK/DEMê de ye. Ew Tîfaqa bi gelek babetan di reya giştî de tê minaqeşe kirin. Herdu teref him dixwazin vekirî tîfaqekê bikin, him jî ji rêya giştî ya Tirkiyeyê ditirsin ku tîfaqa vekirî bikin. Loma jî gelek taktîk û lîstik di vê bûyerê de tên rojevê.

Di nav van hemû bûyer û hesaban de berendamtiya Başak Demîrtaş ji bona serokatiya Şaredariya Stenbolê gelek bûyerek balkêş bû. Ev bûyera di telewîzyonan de demeke ku tê gengeşî kirin.

Wek tê zanîn PKK/DEMê di hilbijartina serokkomarî de ji bona bi Tîfaqa Milet û bi taybetî jî bo ku partiya damezrênêra Dewleta Tirk û partiya neteweya kurd tune qebûl kiribû û ji bona holêrakirina neteweya Kurd xebat kiribû û qetlîam li Kurdistanê çekirî CHPê re tîfaq çêkiribû, gelek dengên xwe wenda kir. Ev wendakirina dengan û diyar e bi awayekî tîfaq di nav PKK/DEMê de bibû babetek minaqeşeyê.

Ji aliyê din de tê zanîn ku Selahaddîn Demîrtaş di hilbijartina serokkomarî de xwestibû ku bibe berendamê serokkomarî, ji aliyê partiya PKKê ya wê demê ve nehatibû qebûl kirin. Selaheddîn Demîrtaş ji vê yekê gelek eciz bû. Ew û gelek sedemên din bûn sedem ku Selaheddîn Demîrtaş dev ji siyasetê berde.

Ev yeka jî wek tasfiye ya Selaheddîn Demîrtaş hat şirove kirin. Di vê de rastiyek hebû. Selaheddîn Demîrtaş dengê xwe birîbû.

Sellaheddîn Demîrtaş li hemberî ew hêzên li dijî wî bûn, xwe dîsa bike aktorekî xurt, hamleyek kir. Li ser daxwaza wî hevjîna wî Başak Demîrtaşê berendamtiya xwe ya serokatiya Stenbolê diyar kir. Diyar e ev gava Selaheddîn Demîrtaş bi awayekî jêbera PKK/DEMê xirab kir. Lê PKK/DEMê ev daxwaz Başak Demîrtaşê ji bona tîfaqa xwe bi CHPê bi kar bîne diyar kir ku “Başak Demîrtaş endama wan e. Hevaleke wan ya hêja ye. Heta nûha her çiqas serlêdaneke wê ji bona serokatiya şaredariya Stenbolê ji bona me nebûye jî, beyana îradî ya wê ji bona me wek serlêdan tê pejirandin. Ji aliyê din de di nav berendamê de ew xwediyê ciyekî payebilind e.”

Lê piştî ku hevalbendên Selaheddîn Demîrtaş û ew endamên partiyên yên li dijî Tıfaqa wan ya CHPê li derûdora wê civiyan, PKK/DEM û CHPê ji vêyekê tirsiyan ku ev hêza dê li dijî Tîfaqa herdu partiyan bibe asteng.

Lê dîsa jî PKK/DEMê demekê Başak Demîrtaş di pazariya tîfaqê de wek figurekê bi kar anî. Dema dîtin ku ew yeka dê ji bona wan bibe xeter, Qandîlê aşkere nebe jî, ji bona Başak Demîrtaşê gav avêt. Diyar kirin ku domandina Tıfaqa dema hilbijartina serokkomarî yanî bi CHPê re tîfaq girîng e. Piştî ev daxuyaniya nerm li derve û helwesta hişk ya bi dizî di hûndir de bû sedem ku PKK/DEM berendamtiya Başak Demîrtaşê dawî bîne.

Başak Demîrtaş jî mecbûr bû ku vê biryarê qebûl bike. Diyar kir ku ev biryareke hevmişterek e. Loma jî xwe ji berendamtiya serokatiya şaredariya Stenbolê vekişandiye.

Selahedîn Demîrtaş jî ev tehdîta Qendîlê qebûl kir û ev biryara pîne û realîze kir. Bi daxuyaniya xwe jî rewşeke hîn xirab û rezalet derket holê.

Çewa?

1-Derket holê ku Selaheddîn Demîrtaş ji bona berjewendiya xwe ya şexsî û di nav PKK/DEMê de hebûna xwe diyar bike hevjîna xwe bi kar aniye. Ji vê xirabtir û bêexlaqî tiştek nabe. Ev helwesta Selaheddîn Demîrtaş him li dijî exlaqa siyasteê û him jî li dijî exlaqa civakî ye.

2-Careke din Selaheddîn Demîrtaş ji raya xwe û helwesta xwe re xwedî derneket. Piştî Qendilê qise kir, li hemberî helwesta Qendîlê nikarî raweste û teslîmî Qendîlê bû. Hîç şik tune ye ew gav/hamleya wî bû sedema têk çûna wî ya siyasî û civakî.Gava avêtî ew xurt nekir û gorî baweriya min ew qelstir kir. Şexsiyeta wî qelstir kir.

3-Selahedîn Demîrtaş ket nav nekokiyeke mezin, him berendamtiya hevjîna xwe Başak Demîrtaşê rast û him jî dev ji berendamtiyê berdan pozîtîf û ji bona xurtkirina partiya xwe şirove kir. Ew ji bona wî xapandinek e. Rastî gelek aşkere ye û tehl e. Ew mecbûr bu ku wê zahrê vexe.

4-Selaheddîn Demîrtaş ev gava xwe wek xurtkirina demokrasî bi nav kir. Ev ne rasy e. Lewra tê zanîn ku PKK/DEMê bi demokrasiyê ve eleqeya wan tuıne ye, li dijî demokrasiyê ye. Ew bi xwe jî ne demokrat e. Ew partiyekle aparata dewletê li dijî kurdan û ptojeyeke li dijî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê û partiya dixwaze hêlîna hemû kurdan Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake û kurdperweran dikuje re alîkarî dike, berê jî serokatî kir.

4-Ev gava ne exlaqî ya Selaheddîn Demîrtaş di bazariya Tîfaqa PKK/DEMÊ û CHPê dem, PKK/DEM xurt kir. Diyar e ku bi awayekî PKK/DEMê ji CHPê gelek zêde tiştan bigre.

Diyarbekîr, 12. 02. 2024

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button