Gotar

Girinkiya rola Jinê di civakê de

Awaz Xalid

Weke em di zanin Jin beşek serekeye ya ku nayê veqtandin ji civaka giştî, pêkhateyek herî giring û bingehîne ku civak pê temam di be.

Jin di serdemê berê de bi gelek rolên giring radibû pêkhateyeke çalak bû bi danîna zagon û rêdanan, rola Jinê di civakê de mezin û pir hestyare ji ber vê yekê kêm kirin di nirxê wê de di be sedema wendakirina civakê û wêran kirina malbatê, her wiha jin di malbatê de bi gelek rolên giring radibe.

Rol û karê Jinê di civakê de pirin yek jê di malbatê de Dayike, Dayik di ke ve rola herî giring di jiyana Jinê de û xebat kareke bingehîne di avakirina civakê de û pêşketin wê.

Bê Jinê çê na bein zaniyar û zîrek yên ku pişkdarin di guhertina civakê de û pêşketina mirovan di jiyan û civakê de.

Her wiha di malbatê de jin bi gelek rolên giringî dijî rad be jin hedan û tebata malbatê ye piştgirya henasî û sozînî dide malbata xwe û nifşek xwedî sinc radike bi vî awayî civak sûdê ji vî nifşî digre û pêş dikeve.

Her wiha xwedî kirina zarokan li ser bîr û baweriya jiyana civakî û geşpêdan û hêz û vejena wane û pirbûna hişyariyê li cem zarokan ji gelek hêlan çi çandî be kolevanî be olî be.

Her wiha çandina refdarê rast di henas û dilê zarokan de ku di pêşerojê de civak bi tevayî sûdê ji van zarokan bigre.

Her wiha jin piştgiryê dide mêr jî û li gel wî disekine û pêre alîkare, jin di riya karê xwe yê ji dervî male alîkariyê bi mêr re dike ji bo başkirina rewşa abûrî di male de û pêre alîkare ji bo misogera jiyanek abûrî û civakî guncaw.

Her wiha rahiştina bargiraniya malbatê bi tevahî dema go mêr ne hazir be ji bilî vê yekê jin pêşdare di gelek bergehên jiyanê de, jin mamosteye endizyare bijîşke û h w d.

Her wiha jin di rola kolevanî de jî kar dike niha li gelek welatên cîhanê jin deng dide û hildibjêre û şûn karek kolevanî ye û serkêşek ser asta deverî û nav dewletiye.

Pêşdar bûna jinê di warê kolevanî de nîşanek bingehîne ji çêkirina fermangeliyê re. herdû cih bi hevre bêhtir Karin pirs girêkên civakê çare ser bikin ji ber vê yekê pêwîste piştgiriya jinê bibe da ku karibe karên kolevanî cûda bi dest xe.

Her wiha êro ro jin rola wê di hêza leşkeri de jî heye jin îro ro li gel mêr şervane şer dike û bi gelek karên leşkerî yên dijî radibe rêveberiyê û zêrevaniyê dike ji ber vê yekê kêmkirin di maf û nirxê wê de kêmanî dikeve civakê û malbatê, alîkariya jinê û piştgiriya wê pêşketina nifş û civakê ye.

jin dayike, karkere, şervane, jin nîvê civakê ye û nêvê din ji xwedî dike.

Rojnameya Yekîtî 276

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button