HevpeyvînNûçeslideUncategorized

Ebdulîlah Ûcê : gera duyem ji danûstendinên Kurdî bi serperştiya Emerîka birêve diçe

Yekiti Media

Cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya Ebdulîlah Ûcê tekez kir ku gera duyem ji danûstendinê Kurdî bi serperştiya Emerîka bi rêve dice, lê ne bi şêweyekî yekser.

Ûcê di daxuyaniyeke taybet ji bo Yekîtî Mîdiya re diyar kir ku gera duyem ji danûstendinên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û partiya Yekîtîya Dûmuqrat PYD di riya Emerîka re destpêkiriye lê ne bi şêweyekî yekser û bi taybet li ser damezrandina lêvegereke siyasî, û balkişan ku danûstendinê yekser wê nêzîk destpê bikin.

Li ser doseya leşkerî û vegera Pêşmergeyên Roj Ûcê dazanîn ku vegera Pêşmergeyê Roj di rêjeya Yekem de ye li cem ENKS, û aliyê din li ser gengeşekirin doseya wan erê kir ye.

Derbarê deverên ku wê di çarçoveya danûstendinan de be, Cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya tekez kir ku danûstendin li ser tevaya cuxraviya Kirdistana Sûrî tê kirin ji Cezîrê ta Efrînê û şêweyê bi rêvebirana wê û balkişand ku piştî gihiştina lihevkirinekê wê li hevkirin bi pêkhatên deverê re bê kirin, û di paş re wê li hevkirinek li gel pêkhatên Reqa û Dêra Zorê bê kirin lê ewê deverên xwe bi rêve bibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button