Raport

Taybet: Dosya binpêkirinên Partiya Yekîtiya Demokrat( PYD) li Kurdistana Sûriyê di heyama îsal de

Ji bilî rewşa dijwar a aborî û jiyanê ya piraniya welatiyên li Kurdistana Sûriyê û li navçeyên di bin kontirola Hêzên Sûriya Demokratîk li bakurê Sûriyê de, hevdem ligel belavbûna gendelî û pêwendî di nav rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat,hewildanek ji aliyê desthilata defakto ji bo bidawîkirina jiyana siyasî bi pêkanîna binpêkirinên zêdetir, nemaze li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, partiyên wan ên siyasî, û alîgirên wan, ku li gora girtinên keyfî, binçavkirina bi zorê, û şewitandina baregehên partiyan digerin. Heman tişt ji bo revandina zarokên biçûk, çi keç û çi aw bin, ji ber ku leşkerkirina wan bi zorê û bicihkirina wan li kampan berdewam e.

• Binpêkirinên li dijî ofîsên partiyan…

Roja 01.03.2024 li bajarê Kobanî, li ser vexwendina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, di rêwresma bîranîna koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî de, endamên Ciwanên Şoreşger êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê kirin. wêrankirina naveroka wê, şewitandina kelûpelan, destdirêjî li kesên amade, û bi giranî birîndarkirina endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtî – Sûriyê, Wais Şêxî, û endamê Komîteya Navendî ya heman partiyê Ednan Bouzan.

Di 5ê Nîsanê de êrişî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Amûdê hat kirin û naveroka ofîsê hat şewitandin.
Di 7ê Adarê de, ofîsa encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li bajarê Amûdê rastî êrîşekê hat û naveroka ofîsê hat şewitandin.

10ê Adarê: Êrîşa ser ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana – Suriya li bajarokê Girkê Legê û şewitandina naveroka ofîsê.

10ê Adarê: Êrîşa ser ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana – Suriya li bajarê Dêrikê û şewitandina naveroka ofîsê.

11 Adar: Êrîşa li ser ofîsa El-Şerqî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Qamişlo bi avêtina bombeya molotof li ser ofîsê.

Di 24’ê Nîsanê de li bajarê Qamişlo ofîsa Partiya Yekitiya Kurdistana- Suriya hate şewitandin

Di 24ê Nîsanê de, ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana- Suriya li bajarê Qamişlo hat şewitandin

24 Nîsan: Hewldana şewitandina ofîsa encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarokê Tirbespiyê.

• Binpêkirinên li dijî endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd û partiyên wê…

Di 12ê Çileya 2024an de li bajarê Amûdê endamê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê Cewar Tewfîq hate revandin.

Endamê Encûmena Xwecihî ya Rojava ya Encûmena Niştimanî ya Kurd Talib Hesen Îbrahîm di 8ê Sibata 2024an de li bajarê Qamişlo hat revandin.

Rojnameger Rakan Ehmed di 29’ê Adara 2024’an de li bajarokê Girkê Legê hate revandin.

Revandina endamekî xwecihî yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarokê Girkê Legê – Merwan Husên, di 1ê Nîsana 2024an de.

Di 1ê Nîsana 2024an de endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarê Dêrikê Hissam Dorsen revandin.

Rojnameger Ehmed Sofî di 2’ê Nîsana 2024’an de li bajarê Dirkê hatibû revandin.

Di 21ê Nîsana 2024an de endamê Rêxistina Amûdê ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê Nasir Jaro revandin.

• Revandina zarokan …

Yekiti Media, bi rêya tora xwe ya peyamnêran, jêderên taybet, û rêxistinên mafên mirovan, revandina 25 zarokên temenbiçûk ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger ya ku girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê, li Kurdistana Sûriyê û Bakurê Sûriyê li deverên jêr kontrolkirina Hêzên Sûriya Demokratîk ji destpêka sala 2024an ve.

• Binpêkirinên din…

Di 02.02.2024an de çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat rê li ber lidarxistina sempozyûma siyasî ya girseyî ya Eniya Aştî û Azadiyê li bajarê Qamişlo girtin.

Endamên Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên girêdayî PKK roja 01.03.2024ê êrîşî merasîma bîranîna koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî li gundewarê bajarê Dirbêsiyê kirin.

Di nîvê Adara 2024an de, çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat cihê Newrozê li devera Drejek li gundewarê bajarokê Tirbe Sipî xirab kirin, û piştî çend rojan, çekdaran sotemenî/ Fiul li ser / sehnê qonaxa pîrozbahiyê rijandin.

Wergerandin ji zimanê erebî:
Mohamad Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button