Gotar

Gelo “Şoreşa Îranê” Welayet-e Al Feqîh, bûye metirsî li ser cîhanê?

Rêberên Îranê ji roja yekem de a şoreşa Xumeynî-Îslamî di sala 1979’an de, ew “şoreş “ îlan kirin û ji bo belavkirina îdeolojiya xwe ya Îslamî-Şîî dest bi xebatê kirin.
Ji wê demê de û ta roja îro şoreşa xwe berdewam dikine.
Slogana herî diyar a vê şoreşê eve: « Mirin ji bo Amerîka û Îsraîlê».
Ew şoreş bi operasyonên leşkerî, revandin û êrîşên bi şêweyên cur bi cur li dijî berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê li hemû deverên cîhanê dest pê kir û her berdewame.
Bi rêya efser û ajanên xwe li gelek welatan û paytextên tawanên xwe pêk tînin , ji Amerîkaya Latînî de ta Asya û Ewropayê bi operasyonên leşkerî û terorîstî êrîş dike.
Ev êrîş ji gefan ta kuştina dijberên xwe yên siyasî û êrîşkirina navend an saziyên ser bi rojava, Îsraîl û aliyên din ve pêk tînin.

Di van salên dawî de Îranê bi awayên cuda kariye gelek paytextên Rojhilata Navîn kontrol bike.
Şerê rejîma Îranê li ser navê Olî ye, yanî Şîetiyê û Wîlayet Alfeqîh li hemû cîhanê û bi taybet cîhana îslamê belav dike. Her wiha xurtkirina tundrewiya olî ku di nav gelek misilmanan de heye ji bo vegerandina îslama tundrew û piştgiriya wan ji rêxistinên terorîst re bi behaneya şerê li dijî “ kafiran “/ bê baweran.

Gelek dewletên îslamî ji pratîk, ol û rêbaza Tehranê ne razî ne û li dijin, lê nikanin li dijî Îrane rawestin.
Tahran kanibû gelek welatan di bin bandora xwe ke.

Sedemên bi serkeftina Îranê di van welatan de evin:
Têhran îmkanên xwe yên madî ku gelek mezinin ji gelê Îranê re bi kar naîne, lê dike bin xizmeta lozongên xwe , wek ku ewe « Qudsê « azad bike û ji ber vê yekê ew şerê « Şeytanê Mezin û Israîl « dike.
Bi vî awaî Îranê karîbû dilê milyonan Mislimanan bi alî xwe de kar bike.
Metodên pêk tîne:
Bi awayên / cureyên leşkerî, olî û aborî kanibû eniyakê ava bike. Eniya bi navê: “Eniya Berxwedanê.” Bi Van cureyan kanibû :
Sana, Beyrût, Şam û Iraqê di bin bandora xwekê.
Rêbaz û amûrên kontrolê jî ev in: Şîîtî, bidestxistina giyanên belengaz û lawaz û bandorkirina wan di warê aborî de û bi bilindkirina dirûşmên olî yên xapînok.
Dirûşma azadkirina Qudsê û şerê Îsraîl û piştevaniya Hemasê ne. tiştekî din e ji bilî girêkek ku Îranê karîbû jê sûd werbigire da ku bala xwe ji hundirê Îranê ve vekişîne û kirîzên wê yên xirabtir ber bi şerekî vekirî bi derve re veke, Ew jî bi bihana ku Xwedê dixwaze û îmam/ Rêberê wan jî dixwazin.
Lê aliyên din yên vî şerî
Ku Amerîka ye ji ber gelek sedeman naxwaze wê bereyê bi Îranê re berfireh bike. Ji ber ku ne di berjewendiya Amerîka û dostên wê de ye ku şerê bi Îranê re berfireh bibe û welatên Rojhilata Navîn ku bi xwede bigre.

Bi tenê aliyên tundrew wê ji şerekî weha qezenc bikin.

Amerîka çend mercan ( daxwazan) dide pêş İranê: ku Îran çekên xwe pêşnede, nakokiyên bi Îsraîl û welatên din re sist bike, berfirehkirina şer li herêmê rawestîne û destêwerdanê di karûbarên welatên cîran de neke. Lê Emerîka bi pratkî çi bi rêyên aştiyane û çi jî bi rêyên leşkerî tiştekî nake
Lê hemu zanin ku daxawazên Îranê mezinin.

Îsrara wê ya li ser pêşxistina cebilxaneya xwe, dibê cihê metirsiya gelekan.

Îran hewl dide ku
Kontrola ( rêberetiya ) welatên Îslamê bike. bi “tehmeke farisî”/ Walitiya Hiquqnasî”.
Rêberên wan dibêjin: Berê ereban
dewleta îslamî-erebî ( al Xelîfa )û piştre tirkan , dewleta : osmanî-tirk ava kirin , vê carê mafê meye ku em cîhana îslamê bi rêve bibin di bin navê: Dewleta Alfaqîh( Hiquqnasî).

Lê ne welatên ereban û nejî Rojava ji daxwazên Îranê razî ne.
Îran piştgiriya tundrewan dike.
Îran bi karê xwe bo şîîet buna navçeya Sunî tevlihev dike. Bi vî awaî kêşeyên civakî, siyasî û leşkerî pêk tîne.

Lê Rûsya, Çîn, Tirkiye û yên din ku berjewendiyên xwe di van nekokiyên di nav Îranê û Emerîka re pêk tînin.

Bi vî awayî diyar e ku êdî “Şoreşa Îranê” ne tenê metirsî ye li ser gelê wê, lê belê metirsiye li ser ewlekarî û aramiya gelên tevahiya navçeyê û herwiha li ser aramî û aşitiya cîhanê.

Rêjîma Îranê gelek sûd werdigire ji durûtiya seyaseta gelek welatan .

Şerê ku Îro li dare di navbera tundrewiya İslamî bi serokatiya İranê, li dijî tundrewê Israîlî Netenyaho rewşa aramaya cîhanê xistiye metirsiyake mezine.

Ev Şoiya Rakêtan û Dironan ji Tehran bo Istaîl derî vedike ku şerekî berferh li navçeyê pêk were, û Netenyaho bê şik wê êrîş bike, gelên navçeyê wê berdêlên giran bidin.

Bi vî awayî em digihên wê encamê ku “Şoreşa Îslamî ya Îranê” Bi navê « Welayet-e Feqîh» hewil dide aloziyê li navçê zêde bike û siyasetên Îranê ne tenê ji bo gelê Îranê, belkî ji bo ewlehî û aştiya cîhanî bi giştî ketiye metirsî û alozîyan zêdetir dike, îhtîmala şerekî berfireh hîn jî heye, û deriyê nekokiyan ferehtir dibine. Û diyare li gorî nuçeyan, ku îro İsraîl êrişek bire ser xalên Îranê yên lêşkerî.

Mohamad Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button