Gotar

Ez û ramanin xwe

Tev dikevin xewa şêrîn
Ez bi tena xwe dimînim şiyar
li pey ramanê xwe dikevim
li pêşmin rê kirin hezar
rê çek kurt û rast tê ne dî
tev nihêl û kaş û xwar û mar
jiyan li min bûye zindan
rojin tarî nayên jimar
pora srî li min gewrbo
xem û derd li mil bone bar
kêf û şahiyê ji dil barkir
bome wek gêja mest û jar
li welat bome penaber
mi nema heval û dost û yar
birînamin û welat yeke
her dem bi gazî û qîr û hwar
ka ew soz û peymanê we
gi we tim bi me sûnd dixwar
we teva pişta xwe da me
em bi tena xwe man li war
warê bav û kala îro
têd jîn dibin çete û neyar
kurdo rabe ji xewa xwe
bese ev jiyana kuledar

Qamişlo
Hisret Bavê Alan

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button