Break newsNûçeRaport

Ciwanên Şoreşger kurekî biçûk jî Efrînê revandin

Rêxistina Ciwanên Şoreşger a girêdayî Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê zarokek revandin, ji taxên bajarê Helebê ya ku di bin kontrola Yekîneyên Parastina gel yên girêdayî bi ser PYD’ê ve.
Çalakvanê siyasî Mistefa Şêxo ji Yekiti Media re ragihand û anî ziman ku rêxistina Ciwanên Şoreşger zarokê bi navê Mihyedîn Hec Îbeş di 10ê Çileya 2022an revandin ji pêşiya dibistana Helîma El Şadiyan li taxa Şêx Meqsûd rojhilatê Helebê bakurê Sûrîyê.
Şêxo nîşan da wê yekê ku zarok ji gundê Kefercenê yê gundewarê bajarê Efrînê li Kurdistana, dayîka wî bi navê Xalîda Ebdalo tê naskirin, û ew ji dayîk bûna 2 çileya 2007an e.
Hêjayî gotinê ye ku bi revandina zarokan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve li gorî çavdêran armanc ew e ku mejiyê wan bişon û wan bi fikrên PKK’ê bixapîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button