Break newsNûçeRaport

AMÛDÊ: Semînarek bi navê “MALBATA MIN DILXWEŞ E, EZ KÊFXWEŞ IM”.

Di roja Înê, 11.2.2022an de, Ofîsa Jin û Zarokatiyê ya Partiya Yekîtî Kurdistanî -Sûriye, li navenda xwe semînarek bi navê (Malbata min dilxweş e, ez kêfxweş im) ji aliyê pisporê perwerde û civakî mamoste Yûsif Ehmed ve, hat pêşkêşkirin.

Herwiha mijara sempozyûmê li ser çend xalan hat dabeşkirin, ji wan çend şaştiyên hevjînan û bandora wan li ser derûniya zarok û çawaniya çarekirina wan.

Ji bilî behskirina hin xeletiyên bav û dayîkan ên ku bi zarok re têne kirin û bandorê li wan dike, wek nefskirina zêde, awayê danûstandina bi xortan re û çawaniya dabînkirina hezkirin û bala wan.

Herwiha pirs ji amadebûyan re hatin vekirin, gelek xal hatin nîqaşkirin û çareserî ji wan re hatin pêşkêşkirin.

Hêjayî gotinê ye, ku Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê di vî warî de rêzê semîner û fêrdanên xwe hene.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button