Nûçe

Laşê ciwanê kurd ê ku di şeva Newrozê de li Efrînê hatibû kuştin, hat dîtin

Êvara roja çarşemê 20.03.2024ê, şeva pîrozbahî û pêxistina meşela Newrozê, termê ciwanê bi navê Heysem Cemîl Ehmed di mala xwe de kuştî hate dîtin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê got, “Cenazeyê Ehmedê 34 salî ku bi guleya (ji çek) di serê wî de, hatibû kuştin.

Wê her wiha got, Ehmed di warê berberiyê de kar dikir û xelkê gundê Celbara yê navçeya Şêrawa ye û li bajarê Efrînê li nêzîkî Meydana Azadî dijî.

Rêxistinê diyar kir ku li ser rûyê wî şopên birînên lêdanê hebûn.
Li hevxistina naverokên malê û dizîna pereyan bi qasî 8 hezar heta 10 hezar euro ye. danê nîvro, hinekên din jî ragihandin ku danê êvarê kesên rûpoş/ rûnixamtî ji mala wî derketine, berî ku termê wî were dîtin, temenê wan di navbera 27 heta 30 salî de tê texmînkirin.

Fraksîyona polîsên leşkerî û sivîl yekser piştî bûyerê dorpêçek ewlekarî li derdora malbata xortê Heysem danîn, ji tirsa derketina zanyariyan û sedemên rast ên tawanê.

Her wiha hîn jî nepeniya tam li ser malbatê ferz/ zor dike û nahêle heta roja îro derbarê sûc de îfade ( axaftin) bidin.

Hêjayî gotinê ye ku xortê Haitham Jemîl nêzîikî çar mehan berê ji Almanyayê vegeriyabû bajêr ji bo ku bi cih bibe û bizewice..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button