Break newsHevpeyvînslide

Mustafa Ozçelîk: Partiyên Kurdî fermana dadgeha Destûrî ya Tirkiyê bo guhertina nav û bernameyên wan yên siyasî redkirin

Yekîtî Media

Hikûmeta Tirkiyê bi riya dadgeha destûrî sê partiyên Kurdî li Kurdistana Tirkiyê agahdarkirin ku divê nav û bernameyên xwe yên siyasî bugherin, jiber hebûna hin têrmên dijî destûra Tirkiyê wek mafê çarenivîsê û fedralîzmê û Kurdistan.

Ew her sî partiyên kurdî ev in:

1-partiya Dîmokratî Kurdistanî-Tirkiyê PDK-T 2-partiya sosyalîzma Kurdistanî PSK 3-partiya Azadiya Kurdistanê PAK.

Li dor van pirsan û pirsên dîtir Yekîtî Media hevpeyvînek ligel sekretêrê PAK Mustafa Ozçelîk re lidarxist, tekezkir li ser fermana dadgeha Destûrî li Tirkiyê û got: belê em hatin agahdarkirin ji rex dadgeha destûrî li Tirkiyê ku divê em navê partiyê xwe û bernameya xwe ya siyasî biguherin, jiber ku peyvin têde hene lidijî yasayên Tirkiyê ne, ji aliyê xwe ve me daxwaza wan redkir û me ji wan re got , divê hun yasayên xwe biguherin.

Herweha Ozçelîk got: em wek partiya Azadiya Kurdistan PAK partiyeke xwedî rêdan in, û em çalakiyên xwe ji sê salan ve berdewam dikin, kongirê me yekem li paytexta Tirkiyê Enqerayê bû, agahdarî du caran gihişte me lê ta niha dadgehê biryar nedaye ku çalakiyên van partiyan rawestîne yan rêdanê wan bikşîne û bargehên wan bigre.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button