Break newsNûçe

Yekîtî Kurdistanî hunermend Şevger Hovik xelat kir

Roja Înê 13.05.2022, Rêxistina Hewlêr a Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê, hunermend û helbestvanê kurd Şevger Hovik li hola şehîd Ebdî Neasan Qadir li baregeha Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê li bajarê Hewlerê xelat kir.

Birêz Ibrahîm Biro  endamê komîteya siyasî ya partiyê gotarek pêşkêş kir û tê de pesna hunermend Şefger Hovik bi huner û helbestên wî yên netewî û rola wî ya mezin di vejandina hemû helkeftên netewî yên Kurdî de kir , û nîşan da ku bi stran û helbestên xwe di hemû forum û bûyerên Kurdî de tije bû.

Hejmarek ji hevalên hunermend gotin pêşkêş kirin û tê de pesna xebat û hunera wî ya bi rûmet û dilsoz dan.

Di şevê de hunermend Şefger Hovik gotarek pêşkêş kir û tê de spasiya rêzgirtinê ji Partiya Yekîtî kir û hejmarek ji helbestên xwe ji amadebûyan re vegot.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button