Break newsNûçe

Ciwanên Şoreşger du zarok birayên hev revandin

Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê ve, li bajarê Helebê 2 zarokên kurd revandin da ku wan bibin leşkeriyê

Jêderekî xwecihî got: “Ciwanên PKKê her du zarokên birayên hev (Mihemed Şewqî) û (Îbrahîm Şewqî) yên 9 û 10 salî, piştî ku ji cihê karên xwe ya kargeheke dirûtinê ya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê derketin, revandin.Bi armanca xistina wan di nava refên hêzên partiyê de”.

Herwaha got jî: “Hêzên partiyê heta niha jî berdewam in li ser revandina koşkê da ku wan di nav hêzên partiyê de werbigirin”.

Tê zanîn ku fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de, bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarok û şerê çekdarî Vîrgînîa Gamba re, plana pabendbûnê îmze kiribû ji bo bidawîkirin û nehiştina leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de. di çalakiyên leşkerî de nayê bikaranîn.

Li gorî çavdêran armanca rêxistina Ciwanên Şoreşger revandina biçûkan, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdoziyên Partiya Karkirên Kurdistanê, ji bo leşkerkirina wan di nav refên partiyê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button