Break news

Ciwanên Şoreşger zarokek ji taxa Şêx Meqsûd revand

Roja Sêşemî 21ê Hezîranê, rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê ve, zarokekî ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê revand.

Çalakvan Dara Hisrî di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku rêxistina Ciwanên Şoreşger zarokê bi navê Ehmed Heysem Gafo yê di sala 2008ê de ji dayîk bûye, revand.

Çavkanî herwiha diyar kir ku zarokê bi navê Ehmed ji gundê Kurzîlla yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye û diyar kir ku rêxistinê wî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand.

Tê zanîn ku fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarok û şerê çekdarî Vîrgînîa Gamba re, plana pabendbûnê îmze kiribû ji bo bidawîkirin û nehiştina leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de, û di çalakiyên leşkerî de nayê bikaranîn.

Li gorî çavdêran armanca rêxistina Ciwanên Şoreşger revandina biçûkan, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdoziya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, da ku wan bi awayekî leşkerî tevlî refên partiyê bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button