Break newsNûçe

Şandeke Partiya Yekîtî di 37emîn salvegera şehadeta pakrewan Ebdî Ne’san de serdana gora wî kirin.

Şandeke Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê îro roja Çarşemê bi amadebûna malbat û kesûkarên şehîd Ebdî Ne’san Qadir serdana gora şehîd Ebdî Ne’san Qadir li gundê ‘Elbelûr li gundewarê bajarê Kobanê kir bi boneya 37emîn salvegera şehadeta wî.

Endamê Komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî Weys Şêxê gotinek pêşkêş kir û tê de tekez kir ku rehmetî Ebdî yek ji kesayetiyên bi bandor di civaka xwe û tevgera siyasî ya Kurd li Kobanê bû .

Şêxê herwiha behsa rola şehîd û tekoşîna wî ya partî ya dirêj û bê rawestandin ji bo doza gelê xwe ya rewa û hewlên wî yên ji bo bilindkirina statuya gelê Kurd û bidestxistina armancên wî, kir.

Şêxê di dawiya axaftina xwe de peymana xwe ji bo şehîd nû kir û soza şopandina riya ku şehîd Ebdî pê canê xwe kir qurban  , heta bi destxistina mafên netewî yên gelê Kurd li Sûriyê.

Hêjayî gotinê ku şehîd Ebdî Ne’san Qadir serkirdeyekî Partiya Karkerên Kurd li Sûriyê bû û bi pilanên dezgehên ewlekarî yên rêjîma Sûriyê û bi destê milîsên wê de di 11ê Gulana 1985an de li cihê karê xwe hat kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button