Break newsNûçeRaport

Çekdarên PYDê nûçegihanê Yekiti media revandin

Duh bi şev çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê , peyamnêrê “Yekiti Media” li bajarê Qamişlo, rojnamevan Bawer Mella Ehmed revandin ,digel revandina rojnamevanekî dî , û herwiha nehiştin Tora Medyayî ya Rûdawê li Kurdistana Sûriyê kar bike.
Şeva borî komek çekdar a rûpêçkirî yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat bi ser mala nûçegihanê me li taxa rojava de girtin, û dest danîn ser telefonên nûçegihanê me û hevjîna wî, û ew birin cihekî ne diyar û heta amadekirina vê nûçeyp çarenivîsa wî ne diyar e.
Revandina peyamnêrê me hevdem bû ligel revandina peyamnêrê ARKê Sebrî Fexrî li bajarê Qamişlo û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
di heman çarçoveyê de rêveberiya PYDê jî biryarek derxist û tê de qedexe kir ku tora Rûdawê li Kurdistana Sûriyê kar bike.
Di heman babetê de, Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de got: Armanckirina rojnamevan û dezgehên ragihandinê di vê demê de ji aliyê vê rêveberiyê û grûpên çekdar ên wê ve, zêdebûneke ne rewa ye ku armanca wê bêdengkirina devê gel e, û têkçûna xwe di hemû astan û bûyeran de, bi vî karê xirab vedişêrin .
Di 18ê Çile de komek çekdar a girêdayî PYDê êrîşî dikaneke pevguhertina pereyan a li taxa Muftî ya ku nûçegihanê me li Hesekê Cîndar Berekat lê kar dike, revand û dest danîn ser 4 telefonan û miqdarek pereyên xwediyê dikanê, ku nêzî 20,000 dolarên Amerîkî tê texmînkirin, herwiha ew serbest berda piştî çend demjimêran ku ew hat revandin, piştî ku heqaret û lêdanek bi tundî lê kirin  û tiliyên wî şikandin.
Di salên borî de, nûçegihanê “Yekiti Media”rastî revandin, girtinên keyfî, binçavkirina bi zorê, û desteserkirina telefonan û kompîturên kesane yên peyamnêran hatine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button