Break newsNûçeRaport

Malbateke Kurd revandina keça xwe ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji “Yekiti Media” re eşkere dike.

Rêxistina Ciwanên Şoreşger a Partiya Yekîtiya Demokratîk، di nîvê meha Çile de keçeke Kurd ji bajarê Kobanî revand.

Mihemed Emîn Xalid Ebdo Mehmûd birayê wê keçê ye û li Bulgaristanê niştecih bûye , got ku xwişka wî “Meysa” di 14ê Çileya 2022an de ji aliyê endamên Ciwanên Şoreşger ve ji dibistana “El-Celaa” “Şehîd Seydo” li Kobaniyê, hat revandin, û wî bal kişand ser wê yekê ku bavê wî piştî ku xwîşka wî hatiye revandin li yek ji baregehên ciwanên şoreşger ew dît, Mihemed berdewam kir û got: ji roja revandina wê ve ti agahiyek li ser wê tune ye , tevî gelek hewldanan bo vegerandina wê bo malê, û li cihê wê sirûştî kursiyên xwendinê.

“Mihemed” bang li rêxistinên mafên mirovan, jin û zarokan kir ku ji bo “Meysa” vegerînin malê , û bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir ku ji bo vê yekê destwerdanê bikin, ji ber ku wan bi Neteweyên Yekbûyî re belgeyek îmze kirine ku tê de bidawîkirina dosyaya revandina zarokên temenbiçûk, û vegerandina kesên revandî bo malbatên wan.

Meysa Xalid Ebdo Mehmûd, di sala 2009an de ji dayîk bûye, xelkê bajarê Kobanî yê, ji devera El-Sewami’ , û malbat ji gundê “Coret Mele ” li gundewarê bajêr e.

Hêjayî gotinê ye ku bi revandina zarokan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve li gorî çavdêran armanc ew e ku mejiyê wan bişon û wan bi fikrên PKK’ê bixapîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button