Raport

Sûcê birîna darên zeytûnan li Efrînê didome..

Çekdar û nişteciyên herêma Efrînê û gundewarê wê zêdetirî 150 darên zeytûnan li herêmê birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê got, “Hejmarek rûniştvanên gundê Dêr Sawan ê girêdayî navçeya Şaran, roja Pêncşemê 18 Çile, nêzîkî 50 darên zeytûnan ji zeviyên li ser rêya Kela Nebî Horî birîn. Welatiyê bi navê Cemîl Hesen ê xelkê gundê Şeltah a navçeya Şeranê.”

Di vê çarçoveyê de endamên Firqeya Sultan Murad ku gundê Dêr Sawanê kontrol dikin, zêdetirî 20 darên zeytûnan ji zeviya welatiyê bi navê Henîf Ebdulrehman ku xelkê gundê Mersawa ya ser bi navçeya Şaran e birîn.

Rêxistina mafên mirovan her wiha got: “Grûpeke çekdar a rûniştvanên eşîra El-Mewalî, nêzîkî 80 darên zeytûnan ji zeviya li nêzî gundê Tel Hemû ku girêdayî welatiyê bi darê zorê yê bi navê Rinas Mannan bû, birîn. Ji gundê Til Tewîl ê girêdayî bajarê Efrînê.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button