Gotar

ÇİMA Jİ HEBUNA AMERÎKA DİLGİRAN İN?

Omer Ozdem

Gelo Amerîka ji Rojhêjata Navîn vebikêşe an na?

Ji kevneistixbarata Artêşa Tirk, pisporek wî pirsîyarê weha dibersîvand :

” Ger dewleta Kürdistan ava bibe,
wê demê mimkune ku Amerîka ji heremê vekişe.” ( 25.01.2024 Habertürk) Ez jî di heman nêrînê de me. Ji bo ku, hemî pirsgirêkên Rojhêlata Navîn, bêguman ji pirsgirêka Kurd û Kurdîstanê serkanîya xwe werdigrin.

Heta ku milletê Kurd, li ser axa xwe nebe xwedî dewlet, di heremê de aşitî, aramî û seqemgêrî cîh nagre.

Serkanîyên aborî, ji bo jîyana milletên heremê nayên bikaranîn. Têkilîyên sîyasî terorîze dibin, çanda demokrasî û bi hevrejîyanê cîhnagre. Dîplomasî dixitime. Dewletên heremê, ji bo ku pêşî li tevgerên Kurd bigrin, tawîz li ser tawîzê didin dewletên zilhêz.

Pêsdeçûyîna civatên xwe jî asteng dikin, itibar û rumeta xwe erzan dikin.

Ji terorîzm û mafyatîkbuyînê re, zemîn amade dikin.

Dema 70 mîlyon Kurd di heremê de bibin xwedî dewlet, wê demê êdî sedemên hebuna Amerîka û dewletên Rojava, li heremê namînin.

Hetta mîrov dikare bibêje pirsgirêka Filistîne ji pê re çareser dibe.

Ji bo ku, bı pirsgirêka Kurd û Kurdîstanê ve girêdayî, dagirkerên Kurdîstanê, di heman demê de, li ser rêxistinên terorîst,
destewerdana pirsgirêka Filistînê ji dikin.

Bêguman, dewlet, stratejîst û şîrovekarên heremê, ne ku xwedî hest û ramanên dij emperyalizmê ne ku, ji mayîn û nemayîna Amerika ya heremê dilgiran in. Herweha, dewleta Tirk di NATO yê de, bı Amerîka yê re hevpêyman e.

Ji bo ku mafê milletê Kurd bi hêsayî binpê bikin ji hebuna Amerîkayê dilgiran û dilxem in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button