
Welatên herêmê û têkiliya wan bi Îsraîlê re
Mohamad Jaman
Damezrandina dewleta Israîl li Tel Avîvê hate ragihandin, di 14.05. 1947 , serokê wê demê yê Ajansa Cihûyan, David Ben-Gurion bû. Wî danezana serxwebûnê xwend. Ev ragehindina piştî biryara Yekitiya Netewan ( NY ) ya 181 a 1947an pêk hat.
Lê ji bo doza Felestînê ku nehate çareserkirin alozî di navbera Israîl û welatên musliman de her ta roja îro berdewame.
Têkilî û danûstandin bi Îsraîlê re li cîhana Erebî û Îslamî hema bêje qedexe û tabû bûye. Ev bi serê xwe nîşan dide ku rayedarên herêmê naxwazin, an jî ji diyaloga vekirî bi Dewleta Îsraîlê re ditirsin. Ev rayedar raya giştî geş dikin û sloganan li dijî Îsraîlê bilind dikin, bi vî awayî rewşek aloziya domdar li herêmê didomînin.
Tevî vê rewşa aloz, gelek ji van welatan têkiliyên dîplomatîk bi dewleta Cihû re didomînin, hin bi veşartî û hin jî bi eşkere.
Di demên dawî de, ev têkilî wekî – Altetbi “normalîzekirin” tê binavkirin, ku tê wateya vegera bo rewşa normal.
Tevî van têkiliyên erênî di navbera hin welatan û Îsraîlê de, peyva “normalîzekirin” li cîhana Ereb û Îslamî bûye tabû/ qedexe an kufir . Normalîzekirina pêwendiyan di navbera hinke welatên Ereban û Îsraîlê di van deman ku aşkere bû evin:
Normalîzekirina pêwendiyan di navbera Misir-Îsraîlê ji sala 1977an û vir ve.
Normalîzekirina di navbera Lubnan-Îsraîlê ji sala 1983an û vir ve.
Normalîzekirina pêwendiya di naavbera Filistîn-Îsraîlê ji sala 1993an û vir ve,
Normalîzekirina pêrwendiyan di navbera Urdun-Îsraîlê ji sala 1994an û vir ve
Normalîzekirina pêwendiyan di navbera Îmarat-Îsraîlê di sala 2020an de.
Normalîzekirina pêwendiyan di navbera Fas-Îsraîlê ji sala 2020an vir ve
Normalîzekirina pêwendiyan di navbera Sûdan-Îsraîlê ji sala 2020an û vir ve.
Normalîzekirina pêwendiyan di navbera Behreyn-Îsraîlê ji sala 2020an û vir ve
Têkiliya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di sala 1949an de dest pê kir dema ku Tirkiyeyê dewleta Îsraîlê bi fermî nas kir, û têkiliyên di navbera wan de di sala 1994an de normalîze bûn. Her du welatan girîngiyek mezin dane hevkariya leşkerî, stratejîk û dîplomatîk.
Tevî hebûna têkiliyên dîplomatîk di navbera van welatan û Îsraîlê de, Lê ev welat bi eşkereyî li ser van têkiliyan na axivin, ji ber ku ji berteka raya giştî ditirsin, ku wan bi xwe bi bilindkirina dirûşmeyên dijî-Îsraîlê dest pê kirin.
Bo nimûne, Lubnan welatekî ji aliyê aborî ve qels û ji aliyê siyasî , civakî û olî ve parçebûyî ye, nikare di hemû aliyan de bi Îsraîlê re pêşbaziyê bike, lê di danûstandinên vê dawî yên ku li Waşingtonê de pêk tên , Lê Lubnan tekez dike ku danûstandin rasterast di navbera serokkomarê Lubnanê û serokwezîrê Îsraîlê de, nebin.
Û Tirkiyeya Îslamî bi heman awayî bi Îsraîlê re pêwendî hene û xoş boşin, û têkiliyên wan yên aborî gelek mezinin.
Bazirganiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de rastî guherînên siyasî yên tûj tên . Tevî daxuyaniya hikûmeta Tirkiyeyê ya rawestandina hemî hinardekirin û hawirdekirinê bi Îsraîlê re û sepandina sînorkirinên fermî, raporên ji saziyên navneteweyî nîşan didin ku herikîna barkirinên bazirganî yên ku mehane bi deh mîlyonan dolaran bi rêyên alternatîf / an bi rengê ne fermî berdewam dikin. Tirkiye di vî warî de ji protokolên fermî dûr dikeve.
Piraniya welatên herêmê dixwazin danûstandin û têkiliyan bi Îsraîlê re bikin, lê giringiyê didin ku ew pêwendî bi dizî werin kirin. Ya girîng li vir ev e ku dewletên Ereb xwe ji Îsraîlê qelstir dibînin û nikarin pê re şer bikin. Her çend ew bi eşkere û di medyayê de qebûl bakin / red dikin ku bi Îsraîlê re pêwendî hene jî, Lê ew bi dizî dixwazin bi rêzdarî pê re bixebitin.
Ev diyare ku du faktorên girîng di vî warî de ne li pêşya desthilat darên van welatan dibine asteng:
– Tirsa wan ji raya giştî, ku li dijî Îsraîlê hatiye seferber kirin.
– Nebûna şefafiyeta rejîmên Ereb û yên din.
Gelê Ereb bi dirûşmeyên olî û nijadperest ên tundrew, ku ji hêla rayedarên neteweperest û olî yên tundrew ve hatine çandin, têne seferber kirin. Gelê Ereb û Tirk û Faris û muslimanên din ji bo piştgiriya doza Filistînê dirûşmeyan bilind dikin, lê di rastiyê de, ew nikarin çareseriyek rewa bibînin. Berevajî vê, ev welat, tevî têkiliyên xwe yên baş bi Îsraîlê re, bi riya siyaseteke dûrûtî / retorîka şewitî li dijî Îsraîlê şer dikin.
Sedemên sereke yên vê dijminatiya berfireh a di navbera van welatan û Îsraîlê de evin: olî, îdeolojîk û dîrokî ne, û her weha nekarîna hemî aliyan ji bo dîtina çareseriyek rewa ji bo pirsgirêka Filistînê .
Her partiyek Erebî û dewletan çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê ji perspektîfa xwe û li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî dibîne.
Têkiliya di navbera Îsraîl û Îranê de tevlihevtir e, ji ber ku rejîma olî ya tundrew a li Îranê hewl dide ku bi awayên cûrbecûr bi Îsraîlê re şer bike. Dirûşma dewleta rêjîma İranê ev e: “Mirin ji bo Îsraîlê.” Îran mezhebîtiyê geş dike û piştgiriyê dide komên olî yên tundrew çekdar li gelek welatên derdora Îsraîlê, piştgiriya olî , leşkerî û darayî dide wan. Ev kom wek : Hizbullah li Lubnanê, Hûsî li Yemenê û gelek komên çekdar li Iraqê , Behrên, Kuweyt û deverên din alîkariya wan dike.
Nirxandineke rastîn a rewşa herêmê nîşan dide ku ev rengê polîtîka çi di warê ewlehî, pêwendî de ev siyaset aştiyê naynin herêmê ger ew bi vê awayî berdewam bikin. Herêm hewce ye ku çareseriyên domdar di navbera Îsraîl û welatên herêmê de bibîne, ji ber ku rastî ew e ku naskirina fermî ya dewleta Îsraîlê pêwîst e. Divê çareseriyek dadperwer ji bo pirsgirêka Filistînê jî were dîtin.
Ev polîtîkayên ne xwezayî bêîstîqrariya li herêmê zêde dikin. Divê çareserî werin dîtin da ku şerên li herêmê neyên jiyîn, û çareseriyên jeopolîtîk hewce ne da ku pêşî li pêvçuûn an şerên din bigirin ku gelên herêmê westandine.
Di dawiyê de, divê were gotin ku dewletên herêmî Kurdan tawanbar dikin ku bi Îsraîlê re pêwendiyên xwe hene, tevî nebûna têkiliyên weha, û heger têkiliyek wusa, hebin jî dibê normal be , lê mixabin wekî xiyanetek li dijî Îslam û Misilmanan û welatên cîran, dibînin.


