
Derbarê daxwazên xwendekarên Zanîngeha Rojava û pêwîstiya zelaltiyê di dosyaya perwerdê û zimanê Kurdî de
Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya bi baldarî û fikareke mezin pêşketinên li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê dişopîne. Ev pêşketin piştî serdana şandeya hikûmetê û Komîteya Tevlîbûnê( Intergration), û nerazîbûnên rewa yên xwendekaran ên ku daxwaza zelalî û eşkerebûnê di derbarê paşeroja xwe ya akademîk û cihê zimanê Kurdî de dikin, derketine holê.
Em wekî Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya, ji ber pabendiya xwe ya domdar bi parastina mafên neteweyî û perwerdê yên gelê xwe yê Kurd, van xalên li jêr tekez dikin:
1. Mafê xwendekaran ji bo zelalî û eşkerebûnê:
Em siyaseta bêdengbûn û tenê bi daxuyaniyên giştî yên nezelal red dikin, ji ber ku ev yek nerehetiya xwendekaran û malbatên wan zêde dike. Em ji şandeyê û rêveberiya zanîngehê daxwaz dikin ku hûrguliyên lihevkirinên ku hatine kirin bi awayekî zelal û eşkere ragihînin. Her wiha divê nûnerên xwendekaran û desteya mamosteyan di amadekirina biryarên çarenûsê debeşdar bibin yên ku bandorê li paşeroja xwendina wan dikin.
2. Parastina taybetmendiya Zanîngeha Rojava:
Em tekez dikin ku divê her pêvajoya tevlîkirina îdarî an akademîk taybetmendiya Kurdî ya zanîngehê û taybetmendiya herêmên Kurdî biparêze. Her wiha divê berdewamiya hemû fakulte û beşan bêyî girtin an kêmkirinê were misogerkirin, û nasîna tevahî ya bawernameyên ku ji hêla zanîngehê ve tên derxistin jî were garantîkirin.
3. Misogerkirina perwerdehiyê bi zimanê dayikê û di destûrê de cihê xwe bigre
Em careke din tekez dikin ku perwerde bi zimanê Kurdî di hemû astên xwendinê û zanîngehê de mafekî bingehîn û resen e û nayê danûstandinê de. Em bang dikin ku gavên yasayî, yên pêwîst bên temamkirin, da ku zimanê Kurdî li herêmên Kurdî, di destûra Sûriyeya pêşerojê de, li kêleka zimanê Erebî wekî zimanê fermî yê duyemîn bê pejirandin.
4. Parastina xwendekaran û redkirina zextê li ser wan:
Em her hewldaneke bikaranîna hêzê an zextê li ser xwendekarên keç û kur ên ku bi awayekî aştiyane nerazîbûna xwe nîşan didin, şermezar dikin. Em tekez dikin ku kampusa zanîngehê qadeke diyaloga azad û derbirîna aştiyane ye. Her wiha bang li hemû aliyan dikin ku zimanê diyalogê di pêş de bigirin û tavilê bersiva daxwazên rewa yên xwendekaran bidin.
Di dawiyê de, Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya hişmendiya xwendekarên Zanîngeha Rojava û pabendbûna wan bi ziman û nasnameya wan a akademîk pîroz dike, û piştrast dike ku heta pêkanîna tevahî ya daxwazên wan ên rewa, bi tevah li kêleka wan e.
Komîteya Navendî
ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya
16ê Mijdara 2026an



