Raport

Rêveberiya ( PYD )bacên darayî yên mezin li ser kompanyayên veguhestina ( neqil) bejayî ferz dike/ bi zorê distîne û seferên di nav Sûriyê radiwestîne

Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat( PYD) nirxê baca ku bi zorê li ser şîrketên veguhestina bejayî li bajarê Hesekê ferz dike, zêde kir.

(Ş. B.), karmendek di kompanyayeke veguhestina ( neqil) bejayî de ye , ji malpera me re got: “Rêveberiya PYDê mûçeyê ku bi darê zorê li ser me ferz dike / disepîne ji milyonek û nîv lîreyên sûrî bo deh milyon lîreyên sûrî zêde kiriye.”

Wî her wiha got: “Li gorî vê yekê firînên geraca Hesekê ber bi hundirê Sûriyê ve bi biryareke rêveberiya navborî bi temamî hatin rawestandin, heta ku nirxê nû yê mûçeyê ku ew jê re dibêjin bac were dayîn.”

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir, “Piraniya rêwiyên ku diçin Sûriyê yan xwendekarên zanîngehê ne yan jî nexweş in ku ji bo dermankirinê diçin paytext- Şamê.”

Ji aliyê xwe ve çalakvan Redî Oso got: “Rêvebiriya Partiya Yekîtiya Demokrat ( PYD) rêveberiyeke dijminê Kurdan e û ev yek ji kiryarên rojane yên vê rêveberiyê de diyar bûye.

Û wî got jî, “Rawestandina geştên veguhestina bejayî bo Sûriyê gelek ziyandar e, nemaze ji ber ku piraniya rêwiyan xwendekarên zanîngehê ne, û ev dem dema daxistina materyalan ( made) e ji bo zanîngehên taybet e,
an nexweşên ku serdana deverên di bin kontrola rejîmê de dikin, ji bo dermankirinê, piştî rêveberiya navborî saziya pizîşkî guhert bo navgîneke îstîsmarê bi buhayên giran û bê derman.” Raste, û nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê jî veguherand baregehek ji bo şahiyê ji bo hin hemşîreyên ciwan bêyî hebûna bijîşk û dermanan.”

Oso di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev rêveberî tevî rewşa nebaş a jiyanê û xirabtirîn rewşa ewlehiyê, jimareyên xeyalî li ser şirketên sektora taybet, bazirgan û beşên cuda yên civakê ferz dike û armanca van kiryarên wiha ew e ku em kesên mayî birevin û ji welatê xwe derkevin ji bo pêkanîna qonaxên dawî yên plana Mihemed Teleb Hilal.

Rêvebiriya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) berdewam e li ser ferzkirina mûçeyên mezin li ser kompanyayên sektora taybet û bazirganan, ku bazirgan neçar dike ku ji kar derxînin û carinan dikanên xwe bigrin.
—————-

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button