Ragehandin

Raporek ji civîna Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê

Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî di nîvê Adara 2024an de civîna xwe ya asayî lidar xist û têde li ser çend mijarên rêxistinî û siyasî rawestiya:

– Di warê rêxistinî de:

Komîteya Navendî li rapora ku ji aliyê Buroya Rêxistinî ve hatibû pêşkêşkirin, guhdarî kir, bi berfirehî li ser wê axaftin/ guftûgo kir û gelek biryarên ku partiyê pêş bixin û pêşketina wê di nav gel de pêş bixin, pejirand.

Komîteya Navendî tekezî li ser rewşa Sûriyê bi giştî kir, ji ber rewşa xirab a aborî ya welatiyan li hemû herêmên Sûriyê û li kampên penaberan. Di demekê de ku li ber çavan tu nîşanên cidî yên çareseriya kirîza Sûriyê nînin, tevî hewildanên Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, birêz Geir Pedersen, ji bo lidarxistina gera nû ya Komîteya Destûrî. Bi sedema redkirina Rêjîmê ji lidarxistina civînê li Cinêvê, cihê xwezayî yê ku danûstandin di navbera Rêjîmê û Opozisyonê de dest pê kirin. Civînê tekez kir ku divê civaka navdewletî fişareke rast li ser rêjîmê bike û wê neçar bike ku çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re li gorî biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî ya sala 2015an û biryarên din ên pêwendîdar qebûl bike.

Beşdaran bal kişandin ser rewşa gelê me li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî û binpêkirinên ku li wir pêk tên ji birîna daran, destdirêjiya li ser welatiyan û standina baja bi zorê li ser wan şermezar kirin. Beşdaran bang li hevbendî/ Îtîlaf û hikûmeta demkî kir ku kar bikin ji bo rawestandina wan û dabînkirina asankariyên pêwîst ji bo vegera awareyan bo malên xwe.

Civînê razîbuna xwe bi çalakbûna karê Encûmena Niştimanî ya Kurd li herêma Efrînê û bajarokên wê û herwiha serdana nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî bo herêma Efrînê û lidarxistina civînên giring bi gelê me re nîşan da. li wir û guhdarîkirina êş û azarên wan yên rojane û gihandina wan ji serkirdayetiya hevbendiyê/ îtîlaf ê re ku wan lêkolîn bike.

– Derbarê navçeyên kurdî yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a PYDê de, gelê me hîn jî li wir êş û azaran dikişîne, ji ber ku êş û azarên aborî yên gelê me zêde dibin ji ber zêdebûna nirxê sotemenî û madeyên xwarinê, û ferzkirina mafên maldar li ser hevwelatiyan ligel zêdebûna leza girtin û revandina biçûkan. Ev binpêkirin di meha Adarê de dijwar tir bûn dema ku Ciwanên Şoreşger ku girêdaî PKK’ê ne bi awayekî hovane êrîşî ser ofîsa ENKS li Kobanî yê kirin û dest dirêjî li kesên vexwendî li civînê kirin û li wan xistin, naveroka ofîsê şewitandin, dirûşmên xiyanetê li dijî Encumenê û li dijî sembolên kurdî kirin. Li Dirbêsiyê jî piştî qutkirina elektrîk û alavên deng bi avêtina bombeyan gef li beşdaran xwarin û şewitandin. şeş baregehên Encûmena Niştimanî, di nav deh rojan de, cihê pîrozkirina Newrozê li devera Tirbespiyê (li gundê Drêjkê) ji bo rêgirtina li pîrozkirina Newrozê xirab kirin.

Komîteya Navendî bang li hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka kir ku destwerdanê bike ji bo rawestandina van binpêkirin û kiryarên tirsnak/ têrorîstî ên li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî û alîgirên wê, ji ber ku ev binpêkirin bi armanca koçberkirina gelê me, valakirina herêmê û anîna li ser guhertina demografî li herêmên kurdî.

Komîteya Navendî destnîşan kir ku ev kiryarên tirsandinê dê îradeya me ya parastina gelê me û doza wî ya mafdar lawaz neke.

Li ser asta herêmê:

Di civînê de biryarên nerewa yên Dadgeha Destûra Iraqê li dijî Herêma Kurdistana Iraqê bi mebesta astengkirina pêşketin û geşbûna navçeyê û têkbirina ezmûna federalî li Iraqê, hatin şermezarkirin.

Di civînê de behsa şerê berdewam li Xezeyê, bandorên wêranker ên ku li dû xwe hiştiye, û îmkanên berfirehbûna wê li herêmê û veguhertina şerê cîhanê bo şerê sêyem, kirin û di civînê de pesna hewlên navdewletî û erebî yên ji bo rawestandina wî şerî, azadkirina rehîneyan, li ser esasê çareseriya du dewletî ji pirsgirêka Filistînê re çareseriyekê bibînin.

Di civînê de destwerdana eşkere ya Îranê di karûbarên welatên navçeyê (Iraq, Sûriye, Lubnan, Yemen) û kontrolkirina biryarên siyasî yên van welatan bi rêya çek û milîsên xwe şermezar kir, ji ber ku Îran bûye metirsî li ser hemû cîhanê û bazirganiya cîhanî, ku pêwîste Amerîka û hevalbendên wê dawî li wê bînin.

Civînê balkişand li ser pêşketina Encûmena Niştimanî ya Kurdî û – bi erênî- kar û xebata wê di heyama dawî de nirxand, û hat dîtin ku divê pêkhateyên Encûmenê bi bandortir û nêzîktir ji pirsên gel re bin û bi çalakiyên hemû pêkhateyan parastina wan bikin li hemî herêmên kurdan.

Di dawiya civînê de Komîteya Navendî berxwedana gelê me û pabendbûna bi axa xwe re tevî zextên/ zorên li ser wan silav kir û bîstemîn salvegera serhildana gelê kurd li Sûriyê û sêzdemîn salvegera şoreşa Sûriyê silav kir. .

Komîteya Navendî ya Partî hezkirin û rêzgirtinên xwe yên herî bilind pêşkêşî gelê me dike û bi helkefta hatina cejna me ya neteweyî Newrozê pîroz dike.

Newroz pîroz be !

Qamişlo, 15.03.2024

Komîteya Navendî
Ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriye

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button