Break newsNûçeRagehandin

Domîz… Hevdîtinek di navbera PYK-Sê û PDK-Sê pêk hat

Di roja sêşemê 17 Gelawêja 2021ê de, şandek ji Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya serdana nivîsgeha PDK-Sê, li kampa Domîzê ya penaberan li parêzgeha Dihokê de, di çarçoveya hevdîtinên hevbeş ên di navbera partiyên ENKSê de kir.

Herwiha şanda Yekîtî ji M.Nezîr Mûsa, endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistan – Sûriye, M.Ekrem Reşîd, endamê Komîteya Navendî, û endamên Rêxistina Dihok a partiyê pêk dihat.

Herwiha hatin pêşwazî kirin ji aliyê endamê nivîsgeha Siyasî M. Mihemed Elî Ibrahîm û hejmarek hevalên Komîteya Herêmî ya PDK-Sê .

Her du layenan ser gelek mijaran rawestiyan, ku di serî de pêdiviya çalak kirina ENKSê û mekanîzmayên wê li gorî pêdiviyên qonaxê heye, û pêwîstiya pêşxistin û parastina wê, û xurtkirina hevdîtinan di navbera partiyên ENKSê de.

Herwiha di derbarê diyaloga Kurdî / Kurdî de, her du layenan tekez kirin ku diyalog ji bo Encûmenê bijardeyeke stratêjîk e, dema ku ew dikeve berjewendiya gelê Kurd de, û  tekezî li ser pêwîstiya partiyên PYNKê yên ku bi serpereştîya PYD’ê ne , pabendî rêûnemayên dîyalogê bibin li gorî  demek dîyar kirî  û hemî kiryarên li dijî ENKSê rawestîne û vê derfeta dîrokî bi dest bixînin,û sûd bigirin ji hebûna sponsorê Amerîkî wekî garantorek diyalogê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button