Ragehandin

Daxuyaniya ENKSê derbarê revandina endamê xwecihiya Girkê Legê û rojnamevan Merwan Hisên

Di 1ê Nîsana 2024an de rojnamevan Merwan Husên Liyanî li cihê kar li bajarokê Girkê Legê ê girêdayî parêzgeha Hesekê ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hat revandin.

Ew birin cihekî nediyar û heta niha çarenivîsa wî weke revandiyên din yên berê nehatiye zanîn, ev jî berdewamiya kiryarên tirsandinê yên li dijî alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û siyaseta dev devgirtinê û tepeserkirina ramanên din e.

Hêjayî gotinê ye ku rojnamevan Merwan Liyanî endamê encumena xwecihî ya Girkê Lagê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye û wek rojnamevanekî serbixwe kar dike.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi tundî van kiryarên terorîstî û binpêkirinên ku li dijî mafên herî bingehîn ên mirov in, şermezar dike, bang li rêxistinên civakî û hevpeymaniya navdewletî dike ku kar bikin ji bo rêgirtin li van kiryarên terorîstî yên ku rojane tên dubarekirin, û tekez dike ku ev kiryara wê nehêle
Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji berdewamiya têkoşîna xwe heta bidestxistina mafên netewî yên gelê Kurd.

1ê Nîsanê – 2024
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button