Gotar

xwendineke herwarî ji rewşa îro re, li Rojavayê Kurdistan

Rewşa Sûrye bi gelemperî gelek tev li heve di hemu waran de.
Rewş ji berê de ne baş bû û diyare ku ji bona sedemên şer û parçe bûna welatê me pêşeroj jî wê ne baş be .
Pirsa mezin ewe : gelo wê pêşeroja Sûrye çawa be?
Bersiva vê pirsê gelek zore û ev jî ne mijara meye.
Ez dixwazim li vir li ser rewşa navçeyên kurdî – Kurdistan Surye çawa bû û pêşeroj wê çawa bê?
Ji bo ku em xwedineke baş zelal li ser rewşa welat diyar bikin, divê ku em rewşê ji gelek waran de şirove bikin.
Bo ku em bighêne encamne baş
gerege ku em van rewşan şirove bikin:

Rewşa siyasî

Rewşa siyasî tev li heve- ji hemu waran de û nediyare.
Pêwendiyên PYD/ Rêveberiya xweser bi kesên ne wekhevfir re ne başe.
Wek nimune : Bi ENKS re dijmanetî berdewame û hemu rê girtine li hember çareseriyake demokratî yên di nav kurdan de.
Bi erebên Dêrezorê û Reqa re şerekî bi dizî berdewame.
Bi rêjîma Esed re tu çareserî tune.
HSD piştî gelek pêweniyan tu deskeftên xwe nikare bû ji rêjîmê bidestxîne.
Rêjîm jî wan wek mixtarên gundan jî qebul nake.
Bi hêzên hevpeyman re tu garantî tune an tiştek misoger nekiriye , ji azad buna Kobaniyê de 2018 de , hevkariyake xurt di navbera HSD û hêzên hevpeymanî de heye, lê belê tu caran welatên hevpeyman an Emerîka tu sozên siyasî qet nedane reveberiyê.
Ji bo vê rewşê merov kanê bêje ku pêşeroja vê reveberiyê nediyare an tariye , ev jî bi sedemne din de girêdaye:
Nediyarbuna çareseriyake siyasî bo Suriye.
Girêdana PYD bi PKK re.
Aloziyên li dora doza Kurd ku dijî çareseriyake rewa ne.
Û hwd.

Rewşa aborî

Diyar dikê ku ev rêjîma aborî ya ku PYD ava kiriye ya di bin çavên Qadiro de ye, ne gelek profedjonale û gelek dizî û mehsubiyet têde heye , herweha gendeliya aborî rewş dijwar kiriye.
Rewşa gel ya aborî zor xerabe, bihabun gihaye astên ku xelk êdî tehmul nake. Li gorî statîstîkan ku asta birçîbunê li Kurdistana Suriye gihaye ji sedî : 60%-70%.
Bilindbuna nirxên materyalên/ keresteyên bingehîn Jiyan li welat zehmet kiriye.
Tunebuna materyalên/ madeyên ku ji bo jiyana rojane hewce ne.

Rewşa civakî

Vê Rêveberiya Xweser ku di rastiya xweda ne xwesere: civaka Kurd ser û binî kiriye.

Kevne şopên kurdan ku dîrok û şaristaniya kurdan li ser hatine avakirin
xerab dikine.
Him ji alî adetên kurdan wek rêz dinav xelkê de têk çû ye, nerêz girtin bo dîrok, paşmaînên kevn, ev hemu van tiştan hîşt ku civaka Kurd ji hev bikeve. …
Yek ji karên diyar yên vê reveberiyê ewe ne rêzgirtin bo pîroziyên kurdan; wek dîraka netewa kurd, şoreşên Kurdistan , ala Kurdistan û hwd.
Hilweşandina mîrata Kurdan.
Sedema bingehîn ewe ku ev rêjîma ne hatiye avakirin li ser bingeheke kurdewarî, Herweha kar dikin li dijî dîroka Kurd û Kurdistan. Bingeha systema xwe û civatê ava dikine li tewera Netewa Demokratik û biratiya gelan, ev bi xwe tevliheviyake ne diyare.

Rewşa emnî/ asayş

Ji ber ku ev Rêveberî hatiye avakirin li ser bingeheke leşkerî û istixbaratî ji bo vî away ev nikanin civateke aram û aşitiyane pêk bînin.
Maf û qanûn bi rengekî leşekerî tê çareserkirin.
Her roj teqîn, kuştin û tevlihevî , ew bi xwe dixwazin ku tev li hevî hebe.
Jiyana wan an hebûna wan di tevlihevîyê de ye.
Herweha grupa Ciwanên Şoreşger ku asayşa navçeyê têk dibin , ji bo meşên wan yên metirsî dar û tirsên wan ku ser zarokan û malbatan sepandine ev hemû rewşa civakî û aramiyê têk dibê . Ev kom yek ji amûrên çewsandinê ye li ser gelê me ye.

Di dawiyê de ,
Merov dighê van encaman , ku ev Rêveberî,
Rêveberiyake tu baweriya xwe ne bi qanûn û ne jî bi mafan û demokrasiyê û ne jî bi aşitiyê û nejî bi aşitiya hindirîn heye . Ev tu çareseriyan ji kurdan re pêk naynin.
Ji ber ku bingeha siyaseta PYD hatiye ava kirin li ser îdeolojiya PKK ya ku li dijî çareseriyake demokratik ya doza netewa kurde.
Ev tu caran yekrêziya miletê Kurd ne qebul dikin û nejî pêk tînin.
Bi gotineke din ,
rewş û pêşeroja gelê me li Kurdistana Suriyê mixabin ku gelek aloze di her warî de, tevî ku gelê me qelenekî gelek giranbiha da û ta roja îro jî didêye, ji xûna xort û keçên me.

Mohamad Jaman

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button