Siûdiyê : Divê em û Israîl li dijî Îranê nêzîkî hev bibin

Yekîtî Media
Cînişînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman ragihand, ku Îran dujmina hevbeş ya Siûdiyê û Israîlê ye, ji ber wê yekê, pêwîst e herdu welat beramberî Îranê nêzîkê hev bibin.
Mihemed Bin Selman di hevdîtinekê de, li gel govara The Times ya Amerîkî ragihand, ku guhertinên mezin di warên abûrî, civakî û siyasî de, wê li Siûdiyê çêbibin û riwê wî welatî wê bi temamî bê guhertin.
Bin Selman got jî: “Îran dijmina hevbeş ya Siûdiyê û Israîlê ye, ji ber vê yekê pêwîst e, Israîl û Siûdiye pêwendiyên abûrî li gel hev destpê bikin”.
Berî çend rojan Mihemed Bin Selman ji govara Atlantik ya Amerîkî re gotibû: “Ji mafê Israîlê ye xwediya dewleta xwe be”.

You might also like

Comments are closed.