Serok Barzanî : Bijardeya sereke ya gelê Kurdistanê di hemû qonaxan de aştî bû

Yekîtî Media
Serok Barzanî radigihîne, bijardeya gelê Kurdistanê her tim aştî bûye û zimanê çek û zorê ti demê serkeftî nabe.
Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir, ku ji Hevserok HDPê Berwîn Bulden û parlemanteran Osman Baydemîr, Felegnas Oca û Îmam Taşçîer û Zeyneb Boga û nûnerên wê partiyê li Herêma Kurdistanê Mûzeyen Gûneş û Ebîd Îka pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de, şanda HDPê sersaxî li Serok Barzanî kir, bi boneya koça dawiyê ya Dilovan Îdrîs Barzanî û hevxemiya xwe ji bo Serok Barzanî derbirîn. Ji bilî amajdan bi pirsgirêk û aloziyên li pêşiya gelê Kurdistanê li Tirkiye û Iraqê û guhartin û pêşhatên Rojavayê Kurdistanê û şerê li Efrînê, di wê civînê de behsa wê yekê kirin ku civîna wan bi Serok Barzanî re di vê demê de gelek wate digihîne.
Herwiha ronî xistin li ser rûdanên piştî referandûmê û tekezî li ser wê yekê kirin, ku pirsgirêkên li pêşiya gelê Kurdistanê li navçê bi hev girêdayî ne û daxwaza hevahengî û şêwirmendiya di navbera aliyên siyasî yên Kurd de kirin.

You might also like

Comments are closed.