Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rûsya, Tirkiyê û Îran hewldana perçekirina Sûriyê qebûl nakin

Yekîtî Media
Wezîrên Derve yên her sê welatan Rûsya, Tirkiye û Îranê li Moskoyê civiyan û tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê kirin. Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, hewldana perçekirina Sûriyê qebûl nakin.
Li gor nûçeya “Sputnik” a Rûsî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina sêalî ya li Moskowayê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf re got: “Deklarosyona hevpar a ji bo krîza Sûriyeyê hat qebûlkirin.”
Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: “Di encama hevdîtina îro de me deklarosyoneke hevpar qebûl kir. Ji bo çareseriya siyasî bi her awayî em bi biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî û qewitiyên Konseya Diyaloga Neteweyî ya Soçiyê ve girêdayî ne.”
Lavrov di berdewamiya axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: “Rûsya, Tirkiye û Îran hewldana perçekirina Sûriyê qebûl nakin.”
Wezîrê rûsî di axaftina xwe de got: “Em ê qebûl nakin ti kes zirarê bide xebat û formata Astana ya hersê welatan. Em bi biryar in ev xebat werin meşandin. Hersê welat jî ji bo bicihanîna biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî ku rewşa Sûriyê vegerîne armancên xêzkirî lihev kiriye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button