Break newsNûçeslide

Heftê malbatên Ereb li navçeyên Efrînê hatin bicihkirin

Yekîtî Media
Di çarçova proseya guhartina demografî li herêma Efrînê, îro 70 malbetên Ereb li navçeya Şiyê hatin bicihkirin.
Jêderên xwecihî ji nava Şiyê ragihandin, îro danê nîvro bi serperiştiya artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê 70 malbetên Ereb ê ji devera Xûtaya Rojhilatê Şamê li bajarokê Şiyê li malên Kurdan hatin bicihkirin.
Heman jêderan amaje bi wê jî kirin, çekdarên opozîsyonê Sûriyê îro jeneratorê kehrebê ya ku ava vexwarina Şiyê pê dihat derxistin û belavkirin şikandin û niha beşek mezin ji welatiyên Şiyê bê av in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button