Break newsNûçeslide

Efrîn: Girûpên çekdar hunermendekî gelêrî û kurê wî kuştin

Yekîtî Media
Çekdarên opozîsyona Sûriyê 2 welatiyên Efrînê direvînin û piştî hefteyekê termên wan her duyan kuştî radestî malbata wan dikin.
Çalakvanên ji Efrînê ragihandin, grûpa bi navê El-Hemzat welatiyê bi navê Ebdilqadir Kilislî û kurê wî Xalid Kilislî ên ji gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê ji berî hefteyekê li gundê Beradê ya navçeya Şêrewa revandibûn.
Gotin jî, malbata Ebdilqadir Kilislî ji encama êrîşa li ser gundê Celemê ji gundê xwe derketibûn û çûbûn gundê Beradê, li wir jî grûpa El-Hemzat Ebdilqadir Kilislî û kurê wî Xalid revandin.
Îro jî, wê grûpê termê her duyan Ebdilqadir Kilislî û kurê wî Xalid Kilislî kuştî radestî malbata wî kirin û cihê ti guleyekê jî li termê wan nebûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button