Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rojnameya Times: Tirkiyê soz da Putin, bêyî şêwra Esed êrîşî HSD nake

Yekîtî Media

Rojnameya Times a ingilizî di sergotara xwe ya bi nave “Pêngavên dawîn li Suriye” de, bi berferehî hevdîtinên Soçî, yên di navbeyna Putin, Rûhanî û Erdogan û herweha hevdîtina Putin-Esed nirxandiye.

Di sergotara xwe de Times diyar dike ku, Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan soz daye Rûhanî û Putin, bêyî ku bi Serokê Suriye Esed re bişêwire tu operasyonan hemberî HSD li Suriye pêkneyîne.

Di nirxandina xwe de Times dinivîse ku, “hewlên Rûhanî û Putin parastina desthilata Esed e û vê yekê lidijî hemû prensîbên mirovayetî, aştî û demokrasiyê lidar dixin. Hevdîtina Soçî peyama piştgiriya rejîma Esed û diyarkirina hêza Esed li Suriye bû, beramberî vê Putin soza hevdîtinê û nermiyê ligel Opozisyonê ji Esed wergirtiye. Ev jî tê wateya ku, deriyê diyalogê di navbeyna opozisyon û desthilata Suriye de vekirî be.”

Times destnîşan dike ku, Rusya û kartên wê yên fişarê lihember ên Amerika û cîhana Rojava gelek bihêztirin û daxwaz dike cîhana Rojava serî liber rêkeftina Soçî ne tewîn e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button