Break newsNûçeslide

Gaziyek ji bo Xwepêşandanê li pêşiya avahiya danustandinên Cinêfê  roja 29ê Çiriya Paşî

Yekîtî Media

Her ji destpêka Kodeteya Hizba Be’sa şofînizm li ser deshilata Sûriyê û berovajî sercem çemik û belgenameyên NY û yasayên mafê mirovî, Gelê meyê kurd rastî siyaset û rêşûn û pirojeyên toxmperês hatiye, tevî ku miletê me li ser xaka xwe ya dîrokî dimîne û bervanî kiriye ji bo xaka xwe û rolek wê ya diyar hebû li Sûriyê her di destpêka Serxwebûna Sûriyê de û paşî di qonaxa piştî Serxwebûnê de.

Herwiha ku Miletê me bihêz beşdar bûye di Şoreşa Sûrî ya aştîxwaz de û destpêşxer bû di xwepêşandanan de li dijî rijêma Bişar Esed ji bo rûxandin û bidawîkirina hikumraniya wê ya dîktator û avakirina sîstemekî Federal û demokrat bi dabînkirina mafên Netewî yên Gelê Kurd û sercem pêkhateyên Sûriyê yên din.

Em wek Nûnertiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS’ê) bangewaziyê didin Revenda Kurdî,Partiyên Kurd û Kurdistanî û rêxistinên Çivaka Sîvîl li Ewropa ji bo tevlîbûna Xwepêşandana li pêşiya avahiya danustandinên Cinêfê li roja 29.11.2017’an, ji bo gihandina daxwazên Gelê Kurd bo aliyên çavdêrên danustandinên Cinêfê ji bo çespandina mafên Gelê Kurd û mafên pêkhateyên din di destûra nû ya Dewleta Sûriya de.

(Têbînî: xwepêşandan tê paşxistin bo heman dema danustanên Cinêf bêne paşxistin)
24.11.2017
Nûnertiya ENKS’ê li Ewropa

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button