Break newsNûçeslide

Dewleta Yasa mercê destpêkirina guftûgoya ligel Herêma Kurdistanê eşkere dike

Yekîtî Media

Parlemantarekî Dewleta Yasa ya ser bi Nûrî Malîkî ve ragihand, ta Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê hilneweşîne, guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê dest pê nakin.

Parlemantarê Dewleta Yasa di parlemantoya Iraqê de Mihemed Sehyod ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî red kir pêşwaziyê li şanda Herêma Kurdistanê bike.

Got jî, Heyder Ebadî hilweşandina referandûma serxwebûnê û radestkirina firokxane û deriyên sînorî wek merc daneye pêş destpêkirina guftûgoyan ligel Herêma Kurdistanê.

Wî parlemanterî gotiye jî, heta niha Herêma Kurdistanê li hilweşandina referanûmê mukir nehatiye.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button