Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Waliyê Felucê û alîkarê wî hate kuştin

Jêderekê ewlekariyê li Enbarê îro çarşemê 12/11/2014 ragihand ku 12 endamên DAIŞ ku di nava wan de waliyê Felucê û alîkarê wî yê leşkerî jî hebûye di êrişeke asmanî ya hêza Êraqê de hatine kuştinê.

Jêderê ji tora ragihandina Êraqî re got: Balafirên şer ên Êraqê îro danê sibehê malek li bajarê Felucê ku grupeke terorîstên DAIŞ têde bûn bombarduman kiriye û têde 12 endamên rêxistinê û di nav de waliyê Felucê yê bi navê (Dawud Elwanî û alîkarê wî yê serbazî bi navê (Ebo Eymen0 jî hebûye hatine kuştinê.

Jêderê ku nexwest navê xwe aşkira bike got: Di êrişê de 2 otombêlên doçka li ser hatine ruxandinê.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button