Break newsNûçeslide

Xesan Hîto dê bibe cîgirê serokwezîr

Navenda Nûçeyan- Xesan Hîto ragihand ku di hikûmeta nû ya demkî de ya dijbereya Sûriyê, ewê bibe cîgirê serokwezîr Ehmed El Tuma.

Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyê berê Xesan Hîto ku bi eslê xwe kurd e, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê got, di hikûmeta nû ya demkî de ya dijberiya Sûriyê, ewê bibe cîgirê serokwezîr Ehmed El Tuma.
Hîto, her wiha diyar kir ku, di hikûmeta nû de, wezarete nû bi navê wezareta derve dê were avakirin.
Xesan Hîto, di heman demê de karsazekî naskirî ye û piraniya jiyana xwe li Amerîka derbas kiriye. Hito got ji bo ku bikaribe alîkariyên zêde ji bo penaberên Sûriyê pêşkêş bike hikûmeta nû pêwendiyên xwe bi hikûmeta herêma Kurdistanê re dê xurtir bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button