Gotar

Gok hatiye ber kaşo

Di van sedsalên derbasbûyî de, piştî herdû şerên mezin, yên cihanî, ku bibûn egera têkçûna Impratoriyan, û paşê danîna nexşên nû, ji cografiya û gelan re, û xuyakirina dewletan, her dewletekê bi navê gelê xwe, belkî bi tinê gelên ku mabûn bê nexş û dewlet û bê par mabûn, gelên kurd û amazîx bûn.
Gelê kurd hem bê par mabû, hem ax û welatê wî hatibû parçekirin û belavkirin, li ser gelên Tirk, Faris û Ereban, weku diyarî ji wan re, dema zane, berpirs û rayedarên kurdan, çavên xwe vekirin, ku teneşot û qerqer ên (Tabût û kefen) wan amade ne, û gora wan tête kolan, gelên kurd bi dehên şoreş, serhildan û raperînan rabû, bi mêranî li ber xwe dida, bi hezarên cangoriyan didan, lê tu encamên serkeftî bi destve ne dihatin.
Piştî şoreş û berxwedanên kurdan têk diçûn, zana û rewşenbîran, du rê danîne ber xwe, Oldarî û çepgîrî bûn, bi hîvî û omîda ku bê par nemînin, û rojekê bighin mafên xwe, weha razî bûna Xwda, dîn û îman, bibû kar û xebat, û li nik beşê din, yê çepgîr ewan jî didîtin, ku bîr û baweî yên rêbaza (Markis) ewe rêya rast û durist, tê ne dighan, ku tovê xwe tavêjin, erdê biyaniyan.
Çerxa bîstan derbas bû, hîvî û omîdên kurdan, vala û pûç derketin, ne oldar gihane buhiştê, û ne çepgîr gihabûne mafên xwe, îro şoreşeke nû li dar e, şer û ceng berdewam e, û pêt û gurrî bilind dibe, hin ji gelên cihanê, weke Beranan diçine hev, wê di encamê de, nexşên nû derkevin, û bêne danîn, têhna agir dida gelên rojhilata navîn, û gelê kurd di nav de, gelo wê partî, siyasetmedar û hêzên kurdan amadebin, ku cihekî xwe yê şayist û mafdar bigrin, di nav cihana nû de, yan wê bimînin siwarên rewrewkê, û li hîviya buhiştê û cimhûrya Eflaton bin?
Îro xuya ye, bere û eniyên ku li dijî hev şer dikin, ji hev cudan e, bereyek her û her şer û tevlîheviyê li herêma rojhilata navîn ji xwe re kiriye kar û xebat, bereya din, daxwaza aramiyê, dimoqratiyê û aşîtiyê li cihanê dike, heger zanayên kurdan berê xwe bidne dara dîmoqratiyê, ku îro Emerîkan û Ewrupa serkêşiya wê dikein, wê çêtir be, û wê destkeftên azadiyê bi dest xwe ve bîne, ewe rêya Buhişt ê.
Adilê Evdile.

Adilê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button