Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Bexdad û Riyad di şerê li dijî terorê de wê hevrêz bin

Serokkomar Fuad Masûm bi şandekê duh sêşemê êvarê bi serdaneke fermî gihîşte Siûdî Erebistan.

Serokkomar bi rê û resmek fermî pêşwazî lê hate kirin, her yek ji Mîr Miqren Binebdulezîz û Mîr Tirkî Binebdulah Binebdulezîz ve pêşwazî lê hate kirin, Serokkomar bi tev şandekê ku ji her yek ji wezîrê karê derve Dr.Îbrahîm Caferî, wezîrê karê navxwe Mihmed Xeban, wezîrê Darayî Hoşyar Zêbarê, wezîrê plandananê Selman El-Cemîlî û rêwijkarê ewlehiya nîştimanî Falih El-Fayad pêk tê berê serdana Riyad kir.

Serokkomar duh êvarê ligel Şahê Sûidî Erebistan Ebdulah Binebdulezîz civiya û rewşa navçeyê, bûyerên rûdidin û hevkariya di navbera herdu welatan de gotebêj kirin.

Ji aliyê xwe ve serokkomar da xuya kirin ku ew bi serdana Siûdî Erebistan bextewerin û di hevpeyvînekê ligel rojnameya Şerq El-Ewsat di balafirê de got; Ev serdan di demek girîng de ye, bi teybet piştî ku hikûmeta Îraqê ya nû hate sazkirin, Serokkoamr her wiha balkişand ser bi wê yekê ku Şah Ebdulah yekem kes bû pîrozî li hersê seroketiyên Êraqê kir piştî ku hatine hilbijartin.

Her wiha îro çarşemê serokkomarê li cihê lê dimîne li Riyad bi amadebûna rêwikarê ewlehiya nîştimanî Falih El-Fayad û endamên din ên şandê. pêşwazî li serokê hewalgiriya Siûdî Erebistanê Mîr Xalêd Binbernder kir.

Di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa ewlekariyê, şerê li dijî terorê û hevkariya di warê zanyariyan de gotebêj kirin.

Serokkomar wekî din îro 12 / 11 / 2014`e, bi amadebûna wezîrê karê derve Dr.Îbrahîn Caferî û endamên şandê ligel balyozên welatên Ereb ên Riyad dimînin civiya.

Amadekar: Şêwrawî Mamo

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button