Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokwezîr Barzanî tevlî civîna Parlamentoya Kurdistanê dibe

Hewlêr – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo gotûbêjkirina naveroka civînên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha ravekirina siyaseta petrolê ya Kurdistanê diçe Parlamentoya Kurdistanê.

Alîkarê Serokê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih, ji Rûdawê re got, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê sibê (10ê mehê) saet 10:00 li parlamentoyê amade bibe.

Elî Heme Salih da zanîn, di civîna Nêçîrvan Barzanî û endamên Parlamentoya Kurdistanê de dê li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û îhtimalên lihevkirin û lihevnekirina her du aliyan werin axaftin.

Li gorî wî parlamenterê Kurdistanê, mijareke din a rojeva civîna sibê, ravekirina siyaseta petrolê ya Kurdistanê ye.

Jibilî Serokwezîr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Darayî Rêbaz Mihemed û Wezîrê Plandanînê Elî Sindî jî dê tevlî civîna parlamentoyê bibin.

Beriya niha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re gotibû, di heyama çend rojên bê de dê şandeke Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike û bi rayedarên iraqî re li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button