Break newsNûçeslide

Ji bo keça xwe hawara xwe digihînin Barzanî

Hewlêr – Malbata keça kurd Çîmen Ehmed a ku tê gotin beriya niha ji aliyê hêzên Asayişê yên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye revandin, hawara xwe digihîne Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo zextê li PYDê bike da ku keça wan ya 14 salî li wan vegerîne.
Malbata Çîmen di daxuyaniya xwe de ku kopiyek jê gihîştiye Rûdawê, dibêje, keça wan ya 14 salî Çîmen Sedîq Ehmed , ji hundirê dibistanê hat derxistin û piştre di bin tehdîda çekan de ji aliyê hêzên Asayişa bajarê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê ve hat revandin û ji bo cihekî ne diyar hatiye birin.
Malbata Çîmenê dibêje, çi were serê keça wan PYDê di ber de berpirsyar e.
Malbat her wiha di daxuyaniya xwe de dibêje ku ew ji aliyê Berpirsê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve ku baskê PYDê ye, hatine tehdîdkirin ji bo ku di medyayê de behsa revandina keça xwe nekin.
Da dawiya daxuyaniya xwe de malbat her wiha balê dikişîne ser wê yekê ku ew ji ENKS, sazî û rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî û cîhanî daxwaz dikin ku hewl bidin keça wan rizgar bikin û bigihînin wan.

Beriya niha apê Çîmenê, Stêr Ehmed ji Rûdawê re gotibû, hêzên PYDê Çîmen bi darê zorên birine çimkî ti têkiliyeke wê bi YPG, YPJ û PYDê re tinebûye.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button