Break newsNûçeslide

Kobanê sê kolan û li Serêkaniyê 100 gund û gundik ji terorîstan hatin paqij kirin

Navenda ragihandin û çapemaniya YPG`ê ragihand, şveva bihurî şervanên YPG`ê bi tev hêzên pêşmerge û Burkan El-Firat li dijî çeteyên rêxistina terorê DAIŞ li Kobanê çalakiyên bibandor pêk anîn, 21 çete kuştin, tang û otomblek û 2 motosklêt rûxandin, her wiha li devra di navbera Serêkaniyê û Til Temir 100 gund û gundik ji çeteyên DAIŞ parqij kirin.

YPG`ê di daxuyaniyê de ev agahî dan: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 53’yan de dewam dikin. Pêşveçûna komên çete li hemberî berxwedana bêhempa ya hêzên me hatiye seknandin. Şervanên me li gel hêzên pêşmerge û Burkan El-Firat ên girêdayî Artêşa Azad, dest bi êrîşên dijber kirine. Hin deverên ku çeteyan dagirkiri bûn hatine rizgarkirin. Topbarana çeteyan a li dijî navenda bajêr, deverên ku sivîl lê hene jî dewam dike.

Hêzên me şeva bihurî li eniya rojhilat, li deverên weke Kaniya Kurdan, Kolana Şaredariyê û qada Azadiyê li hemberî çeteyan êrîş pêk anîn. Di encama êrîşê de çete ji noqteyên ku lê bi cih bûne hatine derxistin û hêzên me li navenda bajêr kolanek pêş ve çûne. Li vê herêmê bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 12 çete hatine kuştin. Hêzên me gelek çek, maskeyên gazê û hin belge desteser kirine.

Li eniya başûr jî duh ji demjimêrên nîvro heta şevê, şerê dijwar dewam kir. Di vî şerî de, du motorsîkletên çeteyan hatine rûxandin, bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 7 çete hatine kuştin. Li vê herêmê otombêlek ku ji bo çeteyan cebilxane di anî, li ser rêya Helebê hate rûxandin û 2 çeteyên di otombêle de bûn hatine kuştin.

Hêzên me li eniya başûr şevê bihurî li hemberî deverên ku çeteyan dagir kirine êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Hêzên me li başûrê bajêr du kolan pêş ve çûne.

Dîsa îro di demjimêrên sibehê de, li nêzikî gundê Termik ê li başûrê Kobanê, tangek çeteyan tevî alavên tê de hatiye rûxandin.
YPG`ê her wiha da xuya kirin ku di çarçoveya operasyona YPG`ê de ku li başûrê Serêkaniyê û rojavayê Til Temir li dijî çeteyên DAIŞ’ê daye destpêkirin de nêzî 100 gund û gundikan ji çeteyan paqijkirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê di çarçoveya operesyona ku di 4’ê mijdarê de daye destpêkirin de, li gundê Alya yê li başûrê Serêkaniyê û rojavayê Til Temir şevê din li dijî çeteyan operasyonek pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê operasyonê de, nêzî 100 deverên ku ji gund û gundikan pêk tên, ji çeteyan hatine rizgarkirin, her wiha otombêlek, 3 çekên takesî, demanceyek û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button