Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Emerîka hêz dişîne Êraqê û pêdiviyên serbazî jî dide pêşmerge

Barak Obama biryuar da ku hezar û 500 rawêjkarên din ên serbazî bişîne Êraqê bo pêdana zanyariyên serbazî bi hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê, her weha koşka Sipî jî ragihand ku pêdiviyên serbazî bo hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê ewê dabîn bikin.

Koşka Sipî a Emerîka di beyannamekê de ragihand: Serokê Emerîka Barak Obama biryar daye ku 1500 rawêjkarên din ên serbazî bişîne Êraqê bo perwerdekirin û pêşkêşkirina alîkariyên serbazî bi hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê jibo rûbirûbûna terorîstên DAIŞ.

Koşka Sipî ya Emerîka ragihand: Obama daxwaz ji kongresa welatê xwe kiriye ku rizamendiyê li ser bira 5.6 milyar dolar jib o proseya serbazî a balafirên şer li dijî terorîstên DAIŞ bike.

Birêvebirê nûsîngeha rêveberî û budce li koşka Sipî Shon Donovan di beyannameyê de cext li wê kieriye ku jibo danîna sindoqekê bo perwerde û dabînkirina pêdiviyên serbazî bo artêşa Êraqê û hêzên pêşmerge daxwaza milyarek û 600 milyon dolar kiriye.

PUKmedia/Ajans

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button