Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rusya piştevaniya ‘Kurdistana Serbixwe’ nake

Navenda Nûçeyan- Rêvebirê Masê Kafkasya yê Enstîtuya Dewletên Serbixwe yên Rusyayê Vladimir Yevseyev got, van serdemên dawî polîtîkaya Rûsyayê ji ya Ukranya, Sûrî, Iraq û Tirkiyeyê nagire lê dîsa jî Hikûmeta Rusyayê dê piştevaniya Kurdistaneke Serbixwe neke.
Pisporê Rusî Vladimir Yevseyev li ser polîtikaya Rusyayê wiha got, “Rusya li herêmê polîtîkayeke dualî nameşine. Rusya çekan nafiroşe Herêma Kurdistanê. Ev yek gelek girîng e. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dide. Herwiha DYAyê hevalbendê Tirkiye ye.Rusya ne hevalbende lê çeka nade kurdên li Sûriyê û Iraqê.” Paşê jî Vladimir Yevseyev wiha domand:

“Ev vê yeke dide xuyandin: Rusya dostê Tirkiyeyê ye. Lewra îhtimala sewqiyata çekan tê wetaya şere navbera kurdan û tirkan. Rusya naxwaze dibimîne di navbera kurdan û tirkan de. Rusya dixwaze li gel her du aliyan jî dost bimîne. Ev polîtîkaya Rusyayê ji ya DYAyê ferq e.”

Vladimir Yevseyev ragihand ku heger Iraq parçe nebe Rusya dê alîkariya Herêma Kurdistanê bike û wiha pê de çû:

“Heger Kurdistan bibe sebixwe Rusya dê piştevaniya wê neke. Ev yek ji bo hemû kesê dibe pirsgirêk. Navbera dewleta fedaratîf û serbixwe ferq hene. DYAyê li dijî me hewl dide. Ev yek ji bo Rusya û Iraqê ne baş e. Divê em ji ber Herêma Kurdistanê girêdayî Iraqê bimîne hevkariya bikin, da ku ew yek ji Sûriyê, Îran û Tirkiye re nebe pirsgirêk.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button