Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî û Mehsûm li ser pirsgirekên Hewlêr û Bexdayê guftûgo kirin

Hewlêr- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokomarê Iraqaê Fuad Mehsûm kir û di hevdîtinê de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgo kirin.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazî Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm kir.

Li hevdîtinê de rewşa Iraqê ya siyasî û ewleya û metirsiya rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) hat nirxandin.

Di hevdîtinê de tekez hat kirin ku pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Iraqê divê girêdayî qanûnê û rêkeftina di navbera wan de be.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û pêwîstiya parastina yekrêziya di navbera aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Serokomarê Iraqê ji bo serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê sipasiya Mesûd Barzanî kir û sersaxiya malbatên şehîdan jî xwest.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button