Break newsNûçeslide

Ji Birahîm Biro bo Steven De Mestura

Yekiti Media
Xalên Çreseriya Kirîza Sûrî Yên Ku Sekreterê Partiya Yekît ( PYKS ) Birêz “Birahîm Biro” ji bo Şandê Navdewletî yê Taybet bo Kirîza Sûriyê “Steven De Mestura” re şandine ev in:
1-Bicihînana Rawestandina şerî bi gerentine herêmî û navdewletî li gorî biryarên Neteweyên Yegirt î NY li gêr bendê 7an, ku dema wê ne kêm ji 6 mehan be û hewlên cedî bên kirin derbarê tinekirina Rêxstina DAIŞê û derxistina girûpên tundrew ji Sûriyê.
2- Ew deverên ku dikevine Bakur û Bakur-Rojilatê Sûriyê yên ku bi gelemperî Kurdnişîn in û devera Siwêdayê ya ku bi piraniya xelkê wê Dirûz in û deverên li kêleka sînorê Irdinê hemû bibin deverine aram û pê re kamp bi serperiştiya NY bên avakirin da ku penaber hêdî hêdî vegerine herêm û malên xwe.
3- Peydakirina corekî ji jeveqetandinê di navbera pêkhateyên Sûriyê di reya veguhestinê bo rêjîmeke nenevendî, Komarî, Federal û dirûstkirina Herêmine cografî ku barûdoxa xelkên Sûriyê li ber çavan dibîne daku ev pêkhate bikaribin bi aramî bijîn di herêmên xwe de ji bo piştratî di nava wan de vegere di çarêiweya dewletekê de ji bo hemiwan.
4- bibestxistina seqayeke erênî di maweyekî rehet de bo birêvebirina hilbijartinene perlamanî li jêr çavdêriyeke herêmî û navdewletî ji bo avakirina hikûmeteke Federal û amadekirina destûreke modern(Nûjen) ku civaka Sûrî ber çavan dibîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button